Bîlançoya betlaneya cejnê: 62 mirî û 8690 birîndar

22-06-2024
Nîşan Cejn Qeza Bîlanço Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 rojên destpêkê yên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayan 62 kesan canê xwe ji dest da û 8 hezar û 690 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên 7 rojên betlaneya Cejna Qurbanê belav kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di 24 demjimêrên dawî de 597 qeza çêbûne û di van qezayan de 13 kes mirine û hezar û 7 kes jî birîndar bûne.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku di 7 rojên destpêkê yên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayên trafîkê heta niha bi tevahî 62 kes mirine û 8 hezar û 690 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst