Çûn xezîneyê bibînin, termên wan vegeriyan

22-06-2024
Nîşan Xezîne Alîkariyên Mirovî Bîlecîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bîlecîkê yê Tirkiyeyê termên du kesên ku çûbûn li xezîneyê bigerin di çalekê de hatin dîtin.

Bûyerê li gundê Zemzemiyeyê yê navçeya Sogutê rû da.

Tîmên AFADê li ser agahiyan ku hinek kes bi jehrê ketine çûne gund.

Tîman termên S.G. (36) û T.B. (38) di çalekê de dîtin.

Cenaze ji bo kar û barên otopsiyê rakirin nexweşxaneyê û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.

Li gorî agahiyan, wan çal dikola da ku “xezîneyê” bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst