Kesên nêzîkî Demirtaş axivîn: Gelo dê vegere siyaseta çalak?

22-06-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, piştî hilbijartinên Serokkomariyê daxuyaniyek da û gotibû ku ew dev ji "siyaseta çalak" berdide. Demirtaş ê piştî ku daxuyaniya wî li ser tora civakî bibû rojev û ti daxuyaniyên din nedabû şêwirmendê wî yê çapemeniyê û parêzerê wî, her du navên herî nêzîkî wî bersiva pirsan dan.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, di hevpeyvîna xwe ya li ser Arti Gerçekê de rêveberiya partiyê rexne kiribû û gotibû, “Ez di vê qonaxê de ji siyaseta çalak berdidim.”

Selahattin Demirtaş piştî vê hevpeyvînê li ser hesabê xwe yê Twitterê ti daxuyanî û nivîseke nû belav nekirin.

Hin daxuyaniyên Demîrtaş, bi taybetî ku mebesta wî ji gotina “berdana siyaseta çalak” çi ye û dê paşê çi bike, bû sedema şîroveyên cuda.

Mahmut Hamsici yê ji BBC Tirkî bi Zinar Karavil ê nivîskarê pirtûka "Kursiya Spî ya Demirtaş" û parêzerê wî Mahsuni Yildirim re ku di girtîgehê de Demîrtaş dibînin hevdîtin pêk anîn û nêrînên Demîrtaş ên li ser vê yekê û mijarên din ên ji wan pirsî.

“Demirtaş hîn jî siyasetmedarek e”

Li gorî nûçeyê Karavil û Yildirim wisa difikirin ku Demîrtaş ji siyasetê qut nebûye, tenê demekê xwe ji “siyaseta çalak” dûr xistiye û dê piştî demekê vegere.

Her du kesan jî Demirtaş diyar kirin ku daxuyaniyên wî têra xwe eşkere ne û ji bo niha pêdiviya wî bi ravekirineke nû nîne.

Kahraman nêrîna xwe ya li ser anî ziman, “Berdana siyaseta çalak” û “siyaseta çalak” û “di vê qonaxê de” li gorî min girîng in. Helbet di hişê wî de çarçoveya demekê nîne. Demirtaş aktorekî siyasî yê bibandor û xwedî tecrûbe ye û dê wisa jî bimîne. Bê guman dema ku şert û merc çêbibin ew ê rola xwe bilîze. Demirtaş hîn jî siyasetmedarek e.”

Li aliyê din Karavil li ser gotina "ji bo niha" dê heta kengî berdewam bike got, “Ne mimkûn e ku meriv vê yekê rast bizanibe. Dê şert û merc vê diyar bikin. Demirtaş ji bo siyasetê hîn ciwan e. Ne mimkûn e ku kesekî di siyasetê de evqasî bibandor siyasetê ji derve bişopîne û bi salan tiştekî nebêje.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst