Çawişê pispor ê di şer de birîndar bibû mir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku çawişê pisporê piyade Alpay Aras ku li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku 15ê Hezîrana 2023yan çawişê pispor ê bi navê Alpay Aras di pevçûneke ligel gerîlayan PKKê de birîndar bûye.

Alpay Aras li Nexweşxaneya GATA ya Enqerê dihat dermankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê Alpay Aras tevî hemû hewldanan li GATAyê canê xwe ji dest da.