Forma Aboriya Cîhanê: Di wekheviya zayendî de Tirkiye di rêza 129ê de ye

22-06-2023
Nîşan Forma Aboriya Cîhanê Tirkiye Cudakariya Zayendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor rapora Forma Aboriya Cîhanê di wekheviya zayendî de Tirkiye di rêza 129ê de ye.

Forma Aboriya Cîhanê rapora xwe ya derbarê Cudakariya Zayendî ya Cîhanê ya 2023an de belav kir. Lêkolîn li 146 welatan di 4 warên de hatiye kirin û li gora wê; Tirkiye di warê wekheviya zayendî de di rêza 129 de cih digre.

Forma Aboriya Cîhanê li 146 welatan lêkolîn li ser beşdarbûn û derfeta aboriyê, deskeftên perwerdê, tendirustî û zindîmayîn û bi bandorbûna di siyasetê de hevsengî kiriye.

Di rapora ku 21ê Hezîranê 2023ê hatî belavkirin de, di aliyê wekheviya zayendî de di nav 146 welatan de Tirkiye di rêza 129ê de cih digre.

Di raporê de tê gotin ji ber hinek krîzên ku di van çend salên dawiyê de li cîhanê çêbûne pêşketina wekheviya zayendî lawaz bûye.

Li gor raporê ji sala 2006ê ve di aliyê wekheviya zayendî de %4 pêşketin heye. Eger leza başbûnê bi vî awayî biçe tê pêşbînîkirin piştî 131 salan wekheviya zayendî li cîhanê çêbibe.

Di aliyê wekheviya zayendî de welatê herî xirap jî Efxanistan bûye.

Di hêza kar de îsal li seranserî cîhanê beşdariya jinan %41,9 e. Di rêveberî û serokatiyê de jin bi rêjeya %32,2 beşdarin û li gor mêran 10 puan li paş in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst