HILBIRATINÊN TIRKIYÊ - Cûdakirina dengên dengdana derve destpê kir

22-06-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye Dengder Saziya Bilind a Hilbijartinan
A+ A-

Hewler (Rûdaw) –  Li bajarê Enqerê yê paytexta Tirkiyê cûdakirina dengên dengdana derve yê parlemen û serokatiya Tirkiyê destpê kir.

 

Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê YSK, îro dest bi cûdakirina dengên dengderên derve kir ku li 60 welatan bo dema 13 rojan dengdan berdewam bû. 

 

Roja Çarşemê (20 Hezîranê) dengê milyonek û 486 hezar û 408 dengderên derveyî Tirkiyê ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê gihane bajarê Eqereyê û li kogehên Odeyên Bazirganî û Pêşesazî ya Enqerê têne parastin.

 

Îro jî YSKê dest bi cûdakirina wan dengan kir û ew xistine nava 4 hezar sindûqên şefaf de ku dê roja 24ê Hezîranê seat 17:00ê tevî denên giştî bêne jimartin.

 

Ji derveyî Tirkiyê mafê 3 milyon 47 hezar û 323 kesan ya dengdamnê hebû. Lê tenê milyonek û 486 hezar û 408 dengderan deng bikar anîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst