ÎYÎ Partî û Akşener îtîrafê bi pirsa Kurdî li Tirkiyê nakin

22-06-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Seroka ÎYÎ Partiyê, Meral Akşener bi ti awayî behsa pirsa Kurd nake.
Seroka ÎYÎ Partiyê, Meral Akşener bi ti awayî behsa pirsa Kurd nake.
Nîşan ÎYÎ Partî Meral Akşener Pirsa Kurd HilbijartinTirkiye HDP
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - ÎYÎ Partî ya ku beriya 7 mehan hate damezrandin di siyaseta Tirkiye de bûye partiyeke krîtik û giring di qada siyaseta Tirkiyê de, lê belê wê partiyê û seroka wê, Meral Akşener ku bo posta serokomariyê bûye namzed, bi ti awayî behsa pirsa Kurd li Tirkiyê nakin û qebûl jî nakin, ku li Tirkiyê pirsa Kurdî hebe. Herwiha ÎYÎ Partî amade nîne, bi ti awayî ligel HDPê jî bicive.

 

ÎYÎ Partî û berbijêra wê ya serokomariyê Meral Akşener, di derbarê pirsa kurd de ti bersivekê nadin. Ji ber ku ew pirseke wiha qebûl nakin. Ji bo dengderên kurd jî Akşener dibêje, dê her tişt baş bibe. Lê di plana wan de xeteke sor heye ku ew dibêjin, em bi tu awayî ligel HDPê hevkariyê nakin û wan weke berdeng (muxatbe) qebûl nakin.

 

Tekane berbijêra jin di hilbijartina serokomariya Tirkiye de Meral Akşener, ji aliyê piştgirên xwe ve weke qehreman tê pêşwazîkirin. Ji ber ku MHP digel AKPê tifaq kiriye, netewperest û kesên ji vê ne razî, Akşener weke rizgarkera rûmeta vê xetê dibînin.

 

Beşek ji welatiyên Tirkiyê Meral Akşener û ÎYÎ Partiyê weke rizgarkerên rewşa niha ya wî welatî dibînin.

 

Vahap Çin dibêje: “Çima ÎYÎ Partî? Ji bo ku welat kariba ji vê rewşa heyî rizgar bibe, tekane partî ÎYÎ Partî ye. Meral Akşener tekane kes e ku dikare welêt rizgar bike. Bijî Meral Akşener.”

 

Selîme Aksoy jî nêrîna xwe derbarê Akşener de wiha tîne ziman: “Ji bo dahatûya welatê me ji bo dahatuya zarokên me Meral Akşener. Serokomar Meral Akşene.”

 

ÎYÎ Partî weke partiyeke koktêyl e. Ji wan kesan pêk tê ku ew ji hemû partiyên din veqetiyane. Lê piranî MHPyî û netewperestin. Meral Akşener di salên 90î de ku kiryarên biker nediyar (faîl mechûl) herî zêde çêbûn û li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin, wezîra karên navxweyî bû. Bo vê partiyê, pirseke weke pirsa kurd nîn e. Nûnerên wan dibêjin, bi ti awayî em bi HDPê re li heman maseyê narûnin.

 

Serokê Bayrampaşayê yê ÎYÎ Partiyê, Tezcan Ezman di vê derbarê de ji Rûdawê re dibêje: “Rêvebirên me yên giştî dikarin biryara vê bidin lê heger em neçarî koalîsyonekê bibin, em bi HDPê re ti caran koalîsyonê pêk nahînin. Ji bilî HDPê em dikarin bi her kesî re kar bikin.”

 

Cîgirê Seroka ÎYÎ Partiyê, Umît Ozdag jî li ser heman mijarê dibêje: “Helwesta me ya di wê mijarê de diyar e. Emê her berdewam bin li ser wê helwesta xwe.”

 

Li gorî rapirsiyan, rêjeya dengên vê partiyê derdora ji sedî 10 e. Lê dema hatibû damezrandin, rêjeya dengên wê partiyê heta derdora ji sedî 17an jî bû. Kempîna wan a bo hilbiajrtinên 24ê Hezîranê rastî gelek êrîşan hat. Tişta balkêş jî ew e ku dengên wê her kêm dibin. Di rojên dawîn de bi sedan kes jî ji wê partiyê îstifa dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst