HDP pêşbîniya bidestxistina 100 kursiyên parlementoyê dike

Stenbol (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşbînî dike ku di hilbijartinan de 100 kursî bi dest bixin, li gor texmîn û lêkolînên xwe, HDP dê li Stenbolê zêdetirî milyonek û 500 hezar deng werbigre.

 

Namzedên HDPê li nav xelkê bangeşe dikin û dibêjin, dema wê yekê hatiye ku em heqê xwe bi dest bixin.

 

Namzedê HDPê yê Stenbolê Atila Ozdogan ji Rûdawê re diyar kir: “Jixwe ti armanceke AK Partiyê tinebû ku pirsgirêka Kurd çareser bike, em weke gelê Kurd amade ne ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê, eger di siberojê de tiştekî wisa biqewime, ev dê ne bi Erdogan re be.”

 

Li taxa Kocatepe ya Stenbolê dayîkeke Kurd a bi navê Adîle dibêje ku "ev ji bo me derfetek e, eger em vê derfetê ji dest bidin, dê biçe. Ji dema Şêx Seîd ku me ew derfet ji dest da, heta niha em hêj bi ser neketine.”

 

Kurdên Stenbolê û Bakurê Kurdistanê daxwaz dikin, Selahattin Demirtaş ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye desteserkirin, were berdan.

 

Hevserokê Navçeya Umraniye yê HDPê Bekir Uruç diyar dike ku Kurd dê vê carê nêzîkî 100 kursiyên Parlementoya Tirkiyê bi dest bixin.

 

Bekir Uruç eşkere kir ku eger HDP zêdetirî %13an deng werbigre, dê herî kêm bi 100 parlementeran têkeve nav parlementoyê.

 

Hilbijartinên 24ê Hezîranê astengeke mezin e li ber Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Kurdan jî siyaseta xwe guherandine ku êdî li Tirkiyê, tenê li Bakurê Kurdistanê siyasetê nekin.