HDPê namzedê xwe yê bo serokatiya parlamentoyê diyar kir

Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand namzedê wan yê ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengir Mir Mehmet Firat e.

 

Hevserokê HDPê Selahatin Demîrtaş daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir wan biryar daye partiyan wan ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê parlamenterê Mersînê Dengir Mir Mehmet Firat weke namzed bide nîşandan.

 

Selahatin Demîrtaş amaje kir ku kesên dengên xwe dane HDPê wan diyar kir ku ew li vî welatî aştiyê dixwazin û wiha got:

 

“Tevî gelek êrişan me ev rêjeya dengan bidest xist. Me tevî partiya ku hemû derfetên dewletê bikaranî ev deng standin. Me hin soz dane gelê xwe. Partiya me wan sozan piştguh nake û tevlî nîqaşên avakirina hikûmeta hevpeymaniyê nabe. Ew ne helwesta partiya me ye. Em paşeroja Tirkiyeyê ya azad difikirin û polîtikaya we dimeşînî. Ti rêbazên me yên hişk nînin.”

 

Demîrtaş herwiha anî ziman heger vebijarên partiyên din ên avakirina hikûmeta nebe ew amadene rêveberiya Tirkiyeyê bikin.