Xwişka xwe û zavayê xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Osmaniye Ahmet Cengîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sumbasê ya parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê îro zilamekî xwişka xwe û hevjîna wê kuştin û piştre xwe jî kuşt.

Li Gafarliyê ya Sumbasê Ahmet Cengîz çû ber mala xwişka xwe û ji ber sedemeke nehat zanîn bi tifingê xwîşka xwe Şadiye Ozerliya 41 salî û hevjînê wê Yusuf Ozerliyê 45 salî kuştin.

Ahmet Cengiz piştre jî xwe kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê her sê kesan veguhastin morga nexweşxaneyê.

Hat zanîn pêştir di navbera Ahmet Cengiz û xwîşka wî ya mezin Şadiye Ozerliyê de pirsgirêk hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst