11 berpirsên payebilind ên Partiya Pêşerojê îstifa kirin!

Hewlêr (Rûdaw) - 11 endamên Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê ragihandin ku wan ji partiya xwe îstifa kirine û gotin, “Armanca me siyaseteke pak, jiyaneke bi exlaq û bi rûmet, Tirkiyeyeke aştiyane û dewlemend e. Em bi xemgînî diyar dikin ku Partiya Pêşerojê ji van armancan dûr ketiye.”

11 endamên Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê ku xwe weke “Misilmanên Demokrat” didin nasîn, îro Duşemê 22ê Gulana 2023an ji partiyê îstifa kirin.

Endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê û Cîgirê Serokê Giştî yê Polîtîkayên Civakî Hasan Taşkin, Endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê û Şêwirmendê Serokê Giştî Şukru Kirboga, Endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê û Cîgirê Serokê Giştî Alper Kurşat Kiray, endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê û Şêwirmendê Serokê Giştî Bayram Zîlan, endama Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê Fîdan Strate, endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê Mustafa Ozturk, Endamê Desteya Damezrîner Sadullah Kavak, Endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê Abdullah Teber, Endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê Veysî Akay, Endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê Sait Şaşmaz û endamê Desteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê Cesîm Gokçe daxuyaniyek dane çapemeniyê û îstifakirina xwe ragihandin û diyar kirin ku Partiya Pêşerojê ji polîtîkayên damezrêner dûr ketiye.

Li ser navê partiyê Endamê Desteya Damezrîner û Şêwirmendê Serokê Giştî Bayram Zîlan axivî.

Zîlan got, “Em ê nebin aliyê kesên ku di gera yekem de soza biharê didan û di gera duyem de wê zivistaneke dijwar vegerînin.”

Rexneya "partiya tabelayê"

Zîlan anî ziman, “Tevî hemû rexneyên me yên bi niyeta baş jî, me nikaribû vê rastiyê bidin qebûlkirin ku ev meyl wê partiyê bibe “partiya tabelayê”. Me nikarîbû bida femkirin ku ew ê bibe "goristana îdeolojiyan". Me nikarî Partiya Pêşerojê ji nav lepên nakokiyên di navbera taxan, şerê navbera aîdiyeyan û nakokiyên di navbera klîkan de rizgar bikin.

“Partiya Pêşerojê ji armanca xwe dûr ket”

Zîlan got, “Me nikaribû wan ji retorîka tije dijminatî û hevokên bê ruh ên Tirkiyeya kevn dûr bixin. Em wek Misilmanên Demokrat ji tevgereke ku bi îdiaya zimanekî nû, siyaseteke nû û feraseteke nû dest pê kir, di dawîya rojê de mehkûmî “destpêkirina zihnîyetek teng û egoîst” bû, em bêhêvî bûn.”

Zîlan rexne li beşdariya hilbijartinan di nav lîsteyên CHPê de girt û got, “Wê cesareta xwe nîşan neda ku bi logo û navê xwe bikeve hilbijartinan, derfeta mezinbûnê ji dest da. Damezrandina du partiyên mîna hev xeyalşikestinek çêkir. Ji bo telafîkirina windabûna baweriya ku ji ber vê veqetandinê derketiye, "di ser navendbûnê" hewldanek bingehîn tune ye.”