Li Antalyayê geştyarekî Hollandî mirî hat dîtin

22-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştyarekî Hollandî yê 68 salî ku li navçeya Alanyayê ya Antalyayê di betlaneyê de bû, di odeya hotelekê de mirî hat dîtin.

Navê wî tûrîstê Hollandî yê 68 salî Cornelis Hoogstrate hatiye ragihandin.

Li gor medyaya Tirkiyê, geştyarê Hollandî piştî ku demek dirêj ji odeya xwe ya di hotelekê dederneket, xebatkarên hotelê ji rewşê bi guman ketin.

Xebatkarên hotelê ji bo wergirtina agahiyan li ser rewşê, li deriyê odeya wî geştyarî xistin, lê wî derî nevekir, lewra xebatkar ji mifteya yedek ketin odeyê.

Li gor zanyariyan, piştî ku xebatkarên hotelê derbasî nav odeyê  bûn, dîtin ku tûrîstê Hollandî li erdê ketiye û ti liv û tevgereke wî tune ye.

Piştre tîmeke tendirustiyê gihîşt hotelê, ji rewşa wî geştyarî lêkolîn kirin û ragihandin ku ew geştyar miriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst