Davutoglu li ser banga çekhilgirtinê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu nerazîbûn nîşanî meleyê ku banga çekhilgirtinê kiribû da û daxwaza darizandina wî kir û got, “Zimanê desthilatê mixabin bandor li mizgeftan jî kiriye.”

Ahmet Davutoglu dibêje, zimanê partiyên desthilatê yên dabeşker û cudakar bandor li mizgeftan kiriye. Davutoglu bang li partiyên desthilatê kir ku civakê ji hev parçe û dabeş nekin.

Davutoglu got, “Serokê Partiya Çep a Demokratîk Onder Aksakal ku pêkhateyê Hevpeymaniya Cumhur e, opozîsyon wek kafir binav kir. Birêz Erdogan û Bahçeli jî bêdeng man. Sedem ev e.”

Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu got, “Zimanê desthilatê yê dabeşker û cudaker mixabin bandor li mizgeftan jî kiriye. Tişta li Sultangaziya Stenbolê li Mizgefta Cebeciyê qewimî, ji bo aştiya me ya civakî gelekî metirsîdar e. Banga meleyekî ya ku welatî li dijî hev çek hilgirin, nîşandana roja 28ê Gulanê wek rojeke destpêkirina şerekî mezin ê civakî, berî hemû tiştî li dijî nirxên ola me Îslamê ye, ku oleke aştiyê ye û ji aliyê yasayî ve tawanekî mezin e. Kî dibe bila bibe, kesên bira ji bira re dike dijmin, gelê me ji ola me û mizgeftan dûr dixe, divê ji kar bê dûrxistin û bê darizandin.”

Li navçeya Sultangaziyê ser bi parêzgeha Stenbolê, melayê Mizgefta Cebeci Murat Gundogdu di mizgeftê de bo welatiyên hatibûn nimêjê got, “Birayên min, çekên xwe amade bikin. Bila şeva 28ê Gulanê çekên we amade bin, du çekên min hene û tijî ne.” Welatiyan nerazîbûn nîşanî gotinên mele dabûn û di navbera cemaeta mizgeftê de nîqaş derketibû.