DIYANET: Derbarê banga meleyekî ya çekhilgirtinê de lêpirsîn hat destpêkirin

22-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Tirkiyê ragihand ku derbarê banga çek hilgirtinê ya melayekî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li navçeya Sultangaziyê ser bi parêzgeha Stenbolê, melayê Mizgefta Cebeci Murat Gundogdu di mizgeftê de bo welatiyên hatibûn nimêjê got: “Birayên min, çekên xwe amade bikin. Bila şeva 28ê Gulanê çekên we amade bin, du çekên min hene û tejî ne.”

Welatiyekî nerazîbûn nîşanî gotinên mela dabû û di navbera cemaeta mizgeftê de nîqaş derketibû. Dîmenên nîqaşa di nav mizgeftê de li ser sosyal medyayê hatin belavkirin.

Piştî belavbûna dîmenan Ofîsa Peywendiyên Gel û Medyayê ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsîn: “Derbarê dîmenên li ser sosyal medyayê hatine belavkirin, ku tê îdiakirin li mizgefteke navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê çêbûye, ji aliyê serokatiya me ve yekser lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst