Li Mereş û Edeneyê du erdhej

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku bi hêza 4.7 pile li navçeya Goksunê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbûye. Herwiha her îro li navçeya Saîmbeliya ser bi parêzgeha Edenê ve bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbû.

Li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hat diyarkirin ku navend navçeua Goksun a Mereş e di saet 19.06an de erdhejeke bi bi hêza 4.7 pile çêbû.

Hat gotin ku erdhej 7 kîlomtre di bin erdê de çêbûye.

Ji aliyê din ve i Edeneyê jî di saet 19.42yan de bi hêza 4,5an erdhej çêbû.

Li gor agahiya ku li ser malpera AFADê hat parvekirin navend navçe Saîmbelî a Edeneyê di saet 19.42yan de erdhejeke bi pile 4,5an çêbû.

Hat tesbîtkirin erdhej 7 kîlomêtre di bin erdê de çêbûye.