Yekem şîroveya Kiliçdaroglu ya piştî Ogan biryara xwe eşkere kir

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu Sinan Ogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan piştî ku helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de eşkere kir, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got: “Diyar e kî ligel vî welatê xweş e û kî ligel aliyê vî welatê difiroşî ye.”

Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan îro Duşemê 22yê Gulana 2023yan li Enqerê civîneke rojnamevanî saz kir û tê de helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de eşkere kir.

Ogan got ku di hilbijartina 28ê Gulanê ya gera duyem a serokomariyê de ew dê piştevaniya Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhurê Recep Tayyip Erdogan bike.

Kiliçdaroglu piştî ku Sînan Ogan biryara xwe ji raya giştî re eşkere kir twîtek belav kir.

Kemal Kiliçdaroglu di twîtta xwe de got: “Diyar e kî ligel vî welatê xweş e û kî ligel aliyê vî welatê difiroşî ye! Em tên vî welatî ji teror û penaberan rizgar bikin. Ev referandûm e; Êdî kes nikare kesî bixapîne. Ez bang li 8 milyon welatiyên me û hemû ciwanên me yên ku nehatine ser sindoqan dikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst