Li Tirkiyê jin û ciwan ji ber pêşeroja xwe nîgeran in

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên 14ê Gulanê de 4 mîlyon û 904 hezar û 672 ciwan cara ewil dengê xwe bikar anîn. Niha wê di tûra duyem a hilbijartinên 28ê Gulanê da jî; 47 hezar û 523 keç û xort lê zêde bibin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên 28ê Gulanê de mafê dengdayînê yê 13 mîlyon ciwanên temenê wan di navbera 18 û 29 salî de ne hene. Ji loma jî deng û rengê ciwana li ser encamên hilbijartinê diyarker e.

Gelo daxwaz û meyla ciwanan ji hilbijartinan çi ye?

Xebatkar Mustafa Kurtaran got “Bendewariya me berfirehkirina azadî û şixulandina demokrasiyê ye. Em ciwan êdî dixwazin ku welatê me bi Ewropayê re hemaheng be.”

Xebatkar Gul Erol dibêje “Ya rast zêde bendewariya min nemaye. Lê xuya ye ku êdî wê encamên vê hilbijartinê jin û bi taybetî jî ciwanên ku cara ewil deng didin destnîşan bikin.”

Xwendekar Muhammed Can ragihand “Hêviya min ew e ku rojên xweş bê û milletê me geştir bibe. Rewşa aboriyê baş nîne, lê li tevahiya cîhanê rewş wisa ye.”

Xwendekar Merve Ulogu anî ziman “Berê jinên sergirtî nikaribûn biçûna zanîngehê. Ev yek li dijî jinan heqaret bû. Lê niha wisa nîne.”

Li Tirkiyê hejmara dengdêrên jin ji yê meran zêdetir e û derdora 31 mîlyonî ye. Piştî vekişandina desthilatê ji peymana Stenbolê; niha jî ji ber egera betalkirina yasaya 6284an ya ku bi tundiya li dijî jinan re têdikoşe, endîşe û metirsîya di nav jinan de zêdetir dibe.

Malnişîn Nebahat Civan diyar kir “Betalkirina yasaya jimare 6284an; tê wateya jidestçûna hemû mafên jinan. Ji loma jî erka me jinan e ku em di 28ê Gulanê de berpirsyariya xwe bicih bînin.”

Malnişîn Mehir Akguz ragihand “Zewaca jinan bi jinan re dibe qe? Em ê qewmê Lût vejînin? Heke em îslam bin em ê li gorî misilmantiyê bijîn. Kes nikare mafên me ji me bistîne. Erdogan rojekê jî negotiye ez ê mafên jinan betal bikim.”

Xebatkar Zuhal Kaygisiz “Desthilatdar li ser maseyê bi yasaya jimare 6284an bi Yeniden Refah û HudaParê re lihev kir. Wê ev pergal bi temamî li dijî jinan bê avakirin.”

Partiyên îslamîst yên wek Yeniden Refah û Huda-Parê ku hevpeymanên Tifaqa Cumhur û desthilatê ne li dijî yasaya 6284an û sazî û rêxistinên LGBT+Iyan derdikevin. Li aliyê din, di di hilbijartinên 14ê Gulanê de li Tirkiyê derdora 6 milyon û 700 hezar dengdêr yanê ji sedî 11yê dengdêran neçûn ser sindoqê û denge xwe bikar neanîn. Li gorî lêkolînan di nav de hejmarek zêde ciwan jî hene.