Sînan Ogan helwesta xwe ya derbarê hilbijartina serokomariyê de eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de eşkere kir. Sînan Ogan got ku dê piştevana berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhurê Recep Tayyip Erdogan bike.

Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan îro Duşemê 22yê Gulana 2023yan li Enqerê civîneke rojnamevanî saz kir û tê de helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de eşkere kir.

Sînan Ogan got ku  di hilbijartina 28ê Gulanê ya gera duyem a serokomariyê de ew dê piştevaniya Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhurê Recep Tayyip Erdogan bike.

Ogan dibêje: “Gera duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên 28ê Gulana 2023an xwedî girîngiyeke krîtîk e. Di gera duyemîn de jî me bi pêkhateyên bingeh û hevpeymaniya xwe re li ser helwesta ku di hilbijartinê de bê nîşandan danûstandin kir. Di hevdîtina ligel her du berbijêran de me li ser pêşiyên xwe yên ku ji raya giştî re hatine ragihandin danûstandin kirin. Me xêtên xwe yên sor bêyî bazar û bêyî wergirtina sozan vegotin. Ez diyar dikim ku em dê di gera duyemîn a hilbijartinê de piştgiriyê bidin berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan.”

Ogan pêştir gotibû, asayî ye ku nerîn û biryara wî û ya Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag ji hevdu cuda be.

Ozdag: Biryar a Ogan bixwe tenê ye

Piştî daxuyaniya Ogan, Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag têkildarî biryara wî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da û got ku ew biryar ya wî bixwe tenê ye.

Umit Ozdag dibêje: “Daxuyaniya birêz Sînan Ogan tenê tercîha wî ya siyasî ye. Ev daxuyanî nûnertiya Partiya Zaferê nake. Sibe saet di 11:00an de li ser navê Partiya Zafarê daxuyaniyek dê ji aliyê min ve bê dayîn.”

Li aliyekê din Partiya Adaletê ku yek ji partiyên Hevpeymaniya ATAê ye, duh helwesta xwe ya derbarê gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de eşkere kir.

Partiya Adalet diyar kir ku Hevpeymaniya ATAyê bi dawî bûye, lewra ew dê di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Hevpeymaniya ATA, ji Partiya Zafer, Partiya Adalet, Partiya Dogru (Rast) , Partiya Hevpeymaniya Tirkiyê û Partiya Ulkem (Welatê Min) pêktê û berbijêrê wan ê serokkomariyê Sînan Ogan di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de %5.17ê dengan wergirt.

Gera duyem a hilbiajrtina serokkomariyê li Tirkiyê dê 28ê Gulanê bê lidarxistin û her du berbijêrên sereke Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu rikeberiya hev dikin.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.