Li Edenê otomobîlek kete kanala avdanê: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seyhan a Edene ya Tirkiyê otomobîlek kete kanala avdanê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Taxa Gokçelerê ya Seyhanê roja Yekşemê otomobîla bi şêwaza panelvan ji rê derket û wergeriya nav kanala avdanê ya li kêleka rê.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hat diyarkirin ku 3 kes ji aliyê polîsên Fermandariya Binê Avê ya Rêveberiya Ewlekariyê ya parêzgehê mirî ji otomobîlê hatin derxistin.

Cenaze ji bo diyarkirina nasnameyan û otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.

Piştî lêkolîna polîsan otomobîl bi vîncê ji kanala avê hat derxistin.