Mevlut Çavuşoglu dê serdana Îsraîlê bike

22-05-2022
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî 15 salan bo yekem car serdana Îsraîlê dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid re serdana Israilê dike.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, roja Çarşemê 25ê Gulana 2022an Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê serdana Îsraîlê bike û piştî 15 salan dê cara yekem di asta Wezîrê Derve de ligel hevkarê xwe Yair Lapid hevdîtinekê pêk bîne.

Berî niha Çavuşoglu di serdana xwe ya Amerikaya Latîn de li ser pirsa rojnamevanan ka gelo dê bo Îsraîlê balyoz bê şandin gotibû, “Em ê 25ê vê mehê biçin Îsraîlê û ligel Wezîrê Derve hevdîtinekê bikin û wê demê biryar bidin.”

Li gor agahiyan Çavuşoglu berî serdana Îsraîlê roja Sêşemê 24ê Gulanê dê li Filîstînê hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst