Kiliçdaroglu: Desthilatdariya AKPê li beramber stranên Kurdî bêtehemûl e

22-05-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
CHPê li Stenbolê mitîngek birêve bir
CHPê li Stenbolê mitîngek birêve bir
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di mitînga “Dengê Millet” de derbarê polîtîkayên hikûmeta AKPê de axivî û got AKP li beramber sitranên Kurdî bêtehemûl e.

Mîtînga CHPê ya ku duh li Stenbolê di bin tedbîrên emnî yên awarte de birêve çû eleqeyeke gelekî zêde ji hêla xelkê ve dît. Mitînga ku bi beşdariya sed hezaran kesî birêve çû bi axaftina malbatên ku endamên wan ji ber doza parka geziyê hatibûn girtin, çend kesên xizan û malbatên kesên ku di bûyera geziyê de jiyana xwe jidest dane destpêkir. Di hemû axaftinan da herî zêde behsa nebûna dadwerî û mafên mirovî hat kirin. Kiliçdaroglû desthilat bi otorîterbûnê pênase kir û soz da ku ewê di hilbijartinên bê de dawiya desthilatê bînin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû di axaftina xwe de da zanîn ku wan beriya demekê meşek dane destpêkirin û ew meş hêdî hêdî berv bi encamê ve diçe û ewê bibin desthilat.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû desthilat bi binpêkirina edalet û her cor mafên mirovî tawanbar kir û got: “Ew êdî tehamûla muzîka kurdî jî nakin. Hûnermendan dadgeh dikin. Ew qedexe ye, ev qedexe ye… Tişta nayê tehemûlkirin ciwan in, kêfxweşî ye, henek in, şêwazê jiyanê ye, azadî ye.”

Kiliçdaroglû malbatên kesên ku di bûyerên parka geziyê de jiyana xwe ji dest dane û yên ku ji ber doza geziyê hatine cezakirin û girtin jî derxistin ser dikê. Mitînga CHP eleqeyeke mezin ji hêla xelkê ve dît.

Cîgirê Serokê CHP Mûharrem Erkek got: “Îro dengê 85 milyonan li vir e. Desthilat her ku diçe bêhtir otorîter dibe û bêhtir ji dadweriyê dûr dikeve û bêhtir xeletiyan dike. Di hilbijartina ewil de wê ewin ku alîgirê otorîteriyê ne dê wenda bikin. Stenbol wenda kirin ewê Tirkiye jî wenda bikin. Ewên ku alîgirin bo dadwerî wekheviyê ewê biserkevin. Wê 85 milyon qezenc bike.”

Piştî ku cezayê hepsê û qedexeya siyasetê bo seroka wan a Stenobolê Canan Kaftancioglû hat dan, CHPê biryar sten da ku li Stenbolê mitîngeke mezin lidar bixin. Hemû şaredarên bajarên mezin ên CHPyî, û kadroyên CHP tev de li mitîngê amadebûn. Hemû partî û sazî û dezgehên medenî jî bo mitîngê hatibûn vexwendin. CHP van mitîngan weke startabidestxistina desthilatê û dawî lê anîna nebûna azadî û dadweriyê pênase dike.

Parlementerê CHPê Mahmut Tanal jî got: “Ew mitînga me bona edelateyê, bona azadî û demokrasiyê ye. Li memleket demokrasî nemaye, edalet nema ye hiqûq nema ye azadî nema ye. Li welêt rejîma îstibdatê heye. Em milet jî hemû ji bo azadî, aşitî wekheviyê kom bû ye.”

Mitînga mezin bi axaftina Kiliçdaroglû berdewam kir. Kiliçdaroglû di axaftina xwe de diyar kir ku dema ew bûn desthilat ewê herî zêde giringiyê bidin dadwerî û wekheviyê. Herwiha Kiliçdaroglû dibêje ku ewê koçberan jî li welatên wan vegerînin û nehêlin ku li vî welatî mafên tu kesî jî bêne binpêkirin. Di axaftina xwe de serokê CHP amaje bi qedexekirina konsertên hunermendên kurd jî kir û got ku desthilat êdî tehemûla muzîka kurdî jî nake. Piştî axftina Kiliçdaroglû mitîng bi stran û govendan bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst