Parêzgariya Stenbolê rê neda Seyrana Yekîtî û Piştgiriya Dêrsimiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ragihand ku Parêzgariya Stenbolê, çalakiya wan a bi navê “Seyrana Yekîtî û Pişgiriya Dêrsimiyan” ku 32 sal in pêk tê qedexe kir.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê  derbarê qedexekirina Seyrana Yekîtî û Pişgiriya Dêrsimiyan de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê seyrana wan a ku dê 22ê Gulana 2022ê li Daristana Aydos a Stenbolê bihata kirin, bi hinceta ewlekariya netewî û parastina pergala giştî ji aliyê Parêzgariya Stenbolê hatiye qedexekirin.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê nerazîbûna xwe nîşan dide ku ligel hemû amadekariyên xwe temam kiribûn û parêzgariyê berî rojekê biryara qedexeyê ji bo wan ragihandiye.

Ew federasyon dibêje ev qedexekirin berhemê sîstema AK Partiyê ye ku li hemû Tirkiyê her tiştî qedexe dikin.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê her çiqasî ev 2 sal in ji ber coronayê Seyrana Yekîtî û Pişgiriya Dêrsimiyan çênekiribû, lê ev seyran wek kevneşopiyekê 32 sal in, bê ku bê qedexekirin dihat kirin.