AK Partiyê behsa pêvajoya çareseriyê nekir lê dirûşma yek gel, yek dewlet hebû

Enqere (Rûdaw) – AK Partiyê duh 3yemîn kongreya xwe ya derasayî li dar xist û di kongreyê de behsa “yek gel, yek ala, yek dewlet, yek welat” hat kirin lê behsa pêvajoya çareseriyê nehat kirin.


Sêyemîn Kongreya Derasayî ya AK Partiyê bi dirûşm û daxwaza guhertinê li paytextê Tirkiyê bajarê Enqerê birêve çû. Çavê Kurdan jî herî zêde li gotara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû ku ew derbarê pêvajoya çareseriyê de peyaman bide, lê wî behsa pêvajoya çareseriyê nekir û dirûşma “yek gel, yek ala, yek dewlet, yek welat” jî di rêgeznamaya nû ya AK Partiyê de weke xalek ji bingeha  siyaseta AK Partiyê hate qebûl kirin.


3yemîn Kongreya Derasayî ya AK Partiyê bi hêvî û dirûşmên guhertineke bingehîn hem din av partiyê de hem jî li seranserê Tirkiyê û Bakurê kurdistanê birêve çû û encama herî girîng a kongrê jî ew bû ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di heman demê de bi fermî bû serokê giştî yê AK Partiyê.


Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Songur ji Rûdawê re wiha got: “AK Partî partiya guhertin û pêşveçûnê ye. Eem guhertinên civakî dikin. Kî li pêşiya guhertinê bisekine ew têk diçe. Em baş dizanin ku AK Partî partiyeke dînamîk e û gorî pêwîstiyên  demê dikare xwe nûjen bike. Kongreya îro vê yekê nîşan dide.”


Hêvî û daxwazeke din ji vê kongerê jî destpêkirina pêvajoya çareseriyê bû, lê ne Erdogan ne jî Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim behsa vê mijarê nekirin. Aliyên kurd ên di nav AK Partiyê de jî dibêjin “lazim e destpêkê PKK gavên cidî  biavêje û çekan berde.”

Parlemeneterê Berê yê AK Partiyê Muhsîn Kizilkaya jî got: “Eger PKK bixwaze proseya nû çêbibe lazim e çekên xwe li hember Tirkiyê deyne. Eger şerê çekdariyê bihêle dê proses dest pê bike. Lê eger çek di destê PKKê de bin û her roj xwe li cihekî biteqîne, bombe û teqe berdewam be dê dewlet çi pê re biaxive. Ev tişte tecribe bûye, ev yeke careke hate kirin lê wan qedr û qîmeta wê nezanîn.”


Di kongeryê de heman demê komiteya navendî ya AK Partiyê jî hate nûkirin û gellek kesên giring ên weke Numan Kurtulmuş, Galip Ensarioglu, Memhmet Muzeinoglu, Şaban Dişlî di lîsteya rêveberiyê de cih negirtin.