RAPIRSÎ – Rûdawê ji rojnameger û siyasetmedaran pirsî

22-05-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) - Rûdawê derbarê hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal ên Tirkiyeyê ji çend akademisyên, lêkolînêr, siyasetmedar û rojnamegeran texmîn û nerînên wan pirsî.

 

Rapirsiya Rûdawê ya li ser hilbijartinên 7ê Hezîranê li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên cuda li gel nêzîkî 185 kesan di navbera 10 û 18ê Gulanê de pêk hat.

 

Li gorî rapirsiya Rûdawê, dengên AK Partiyê %43.4, dengên CHPê %25.3, dengên MHPê %16.2 û dengên HDPê jî %11.2 ye. Yên serbixwe jî %4ê dengan bidest tînin.

 

Li gorî kesên ku tevlî rapirsiyê bûyin oldarên kurd dê dengên xwe bidin HDP, AK Partî û Huda-Parê.

 

Herwiha li gorî encama rapirsiya me, Cemaeta Gulen li hemberî AK Partiyê, dê li bajarên kurdan dengên xwe bidin HDPê, li navenda Tirkiyeyê dê bidin MHP û beravan jî bide CHPê.

 

Kesên wek Baskin Oran, Umit Firat, Abdurrahman Dilipak, Ibrahîm Guçlu, Nuray Mert, Cafer Solgun û Ahmet Guneştekin beşdarî rapirsiyê bûn.

 

Herwiha 10 akademisyên, lêkolînêr, siyasetmedar û rojnamegerên tevlî rapirsiyê me bûyîn, hilbijartinên 7ê Hezîranê nirxandin





PROF. DR. FERHAT KENTEL

 
“Li gorî min AK Partî dê ji sedî 40-43 dengên werbigre. HDPê da xuyandin ku ew êdî ne bi tenê partiya kurdan e. Ez bawer dikim ku HDPê dê benda hilbijartinê derbas bike. Dibe ki di navbera ji sedî 10 û 11yê de dengan bistîne. MHP ji ber sedema ku gotinên nû nabêje, ez bawer nakim rêja dengê xwe zêde bike. CHPê giraniya xwe dide aboriyê. Dibe ku ev yek li xweşa xelkê here, lê ti girîngiya wê nîne. Li gorî min dê nêzîkî ji sedî 30 dengan werbigire.”

 



ROJNAMEVAN Û NIVÎSKAR HILAL KAPLAN


“Ez bawer dikim dengên AK Partiyê di navbera ji sedî 46-47ê de ye. Heger bûyerek girîng çênebe ez bawer dikim ku kesên hêj biryara xwe ne dayîn dê dengê xwe bidin AK Partiyê. Li gorî min HDPê dê ji benda hilbijartinan nebore. Divê li gorî rêja dengên serdema hilbijartinên serokomeriyê de wergiritin 700 hezar dengan li xwe zêde bike da ku bikare benda hilbijartinan derbas bike. Tê xuyakirin dengên MHPê zêde dibin; derdora ji sedî 16-17. Herwiha li gorî min CHPê jî dê herî zêde ji sedî 26 dengan bistîne.”

 


PROF. DR. MEHMET ALTAN


“Tê xuyakirin dengên AK Partî dê zêde nebin. Ji ber sedama ku aboriya Tirkiyeyê paşve ketiye. Ez bawer dikim AK Partî dê herî zêde ji sedî 40 dengan bistîne. CHPê jî mijarên aboriyê dide pêş û taybetî propagandeyên bala kesên teqawid bûyîn bikişîne dike. Dê derora ji sedî 28-30 dengan werbigire. Ez bawer dikim HDPê dê benda hilbijartinê derbas bike û dê nêzîkî ji sedî 12 dengan bistîne. Li gorî min MHPê ji dengê xwe zêde nake û dê ji sedî 18 dengan werbigire.”

 


PROF. DR: DOGU ERGIL
          

“Li gorî lêkolînên me yên dawî AK Partiyê puanek li rêjeya dengên xwe yên derdora ji sedî 40ê zêde kiriye. Gengeşeyên li ser Diyanetê bandorek nebaş li HDPê kir. Herwiha gel wiha dibêje: ‘Her çiqasî gendilê were kirin jî, ji bo min a girîng berjewendiyên min in’. Heger HDPê benda hilbijartinên 7ê Hezîranê derbas neke; dê MHP 2 parlamenter û CHPê jî 4 parlamenterên li xwe zêde bike. AK Partî dê ji sedî 42-43, MHP ji sedî 17-18, CHP ji sedî 30-32 û HDPê jî derdora ji sedî 10 dengan werbigire.”

 



ROJNAMEVAN û NIVÎSKAR ORAL ÇALIŞLAR


“Li gorî min rêja dengên CHPê dê neyê guhertin. Rêjaya dengên HDPê jî dê derdora ji sedî 10 be. Dibe ku AK Partî nêzîkî ji sedî 45 dengan werbigire. HDPê dê di rêjaya dengên kurdan de dengê xwe zêdetir bike. Aliyek heye dixwaze HDP benda hilbijartina derbas bike û Erdogan jî bibe serok. AK Partî 13 salê desthilatdar. Ne mumkûne hezêk 13 salan deshilatdar be û lawaz nebe. Ji ber vê sedemê jî rêjeya dengên AK Partiyê kên bûne.”

 



PROF. DR. EROL KATIRCIOGLU

 

“Li gorî min AK Partî herî zêde dê ji sedî 42 dengan bistîne. Helwesta kurdên oldar vê cara cuda ye. Ez bawer dikim ku HDPê dê bi hêsanî benda hilbijartinê derbas bike. Piştî Newroza 2013an guhertinên siyasî yên girîng di HDPê de rû dan. Di gotinên wan de demokrasî, pêkvejiyan û Tirkiyeyêbûn heye. Ji bo vê yekê jî rêja dengên HDPê zêde bû. Herwiha hinek elewiyên berê denên xwe didan CHPê dê vê cara dengên xwe bidin HDPê. Li gorî min MHP dê ji sedî 16-17 dengan bistîne.”

 



CEVAT ONEŞ (CÎGIRÊ ŞÊWIRMENDÊ MÎTê YÊ BERÊ)


“Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de rêjeya dengên HDP, CHP û MHPê zêde bibin. Tê xuyakirin ku zehmetê AK Partiyê bi qasî berê dengan bistîne.”

 



PROF. DR. MESUT YEGEN


“Ez bawer nakim ku rêjaya dengên AK Partiyê zêde bibin. Dibe ku hineke ji sedî 40 bibore. Li gorî min HDPê ji sedî 10 zêdetir dengan bistîne. Ez dibêjim CHPê nêzîkî ji sedî 26 û MHPê jî ji sedî 16-16 dengan webigire. Tê xuyakirin HDPê zêdetir ji pêvajoya çareseriyê sûd standiye. Herwiha ji operasyona 17yê Berfenbarê pê ve rêjaya dengên AK Partiyê kên dibe.”

 




ROJNAMEVAN û NIVÎSKAR FEHIM IŞIK

 
“Li gorî agahiyên em ji xelkê werdigirin bêguman di hilbijatinên 7ê Hezîranê de dê dengê rêjeya AK Partiyê kêm bibin. Herwiha dibe ku bi tenê nebe desthilatdar jî. Tê xuyarkirin ku HDPê dê benda hilbijartinê derbas bike. Li gorî min AK Partî dê di navbera ji sedî 40 û 42 û HDP ji sedî 10-12, CHP ji sedî 25 û MHPê jî sedî 16dengan werbigire.




JÊROME BASTION ( NÛNERÊ RDIYO FRANCE INTERNATİONAL LI TIKIYEYÊ)

 “HDPê êdî ji xeynî kurdan jî piştgiryê dibîne. Ev guhertin him ji bo demokrasî û him jî ji bo serkêftina wê gelekî girîng e. HDPê dê di encama hilbijartinan de sûdê ji vê yekê bistîne. Li gorî nêrînên min piraniya kurdên oldar dengên xwe didin AK Partiyê. Lê ew jî ji AK Partiyê sar bûn. Normal e ku MHP hewldanên nejadpeestî bike û dibe ku dengên nijadpersta bistîne. Ti guhertên li CHPê çênebûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst