Mînîbusa ku ji kendal ket şewitî: 3 mirî, 18 birîndar

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan Edene Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê mînîbusek ji kendal ket û şewitî, di encamê de 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Karaîsaliyê ya Edeneyê mînîbusek ji kendal ket xwarê û agir pê ket.

Li ser agahdarkirinê polîs tîmên tenduristiyê û tîmên parastinê yên sivîl çûn cihê bûyerê.

Tîmên parastinê yên sivîl ên Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê, agirê mînîbusa ku dişewitî vemirand.

Li aliyê din, tîmên tenduristiyê piştî kontrolê ragihand ku 3 kesên di mînîbusê de canê xwe ji dest daye.

Herwiha 7 ji wan zarok 18 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst