Çavuşoglu: Hinardekirina me ji 36 milyar dolaran gihîştiye 260 milyar dolaran

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, hinardekirina Tirkiyê di sala 2002ê de 36 milyar dolar bû di sala 2022ê de gihîştiye 260 milyar dolarî û ji welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daxwaz kir ku di hilbijartinên meha pêşiya me de dengê xwe bidin AKPê.

Mevlut Çavuşoglu ku berbijêrê AKPê yê Antalya ye bo parlementeriyê li navçeya Aksekî ya wê parêzgehê beşdarî çalakiya pîrozkirina cejnê bû û ragihand, ji sala 2002 ve ku AKP hatî ser deshilatê û heta niha gelek kar bo Tirkiyê kirine.

Çavuşoglu ragihand, Tirkiye di warê bazirganî, veguhestin û enerjiyê de bûye welatek giring û got, “Berhemê me yê navxwe di pîşesaziya berevaniyê de gihiştiye %80 û em bûne karektere cîhanî di siyaseta derve de. Hinardekirina me ji 36 milyar dolarî gihiştiye 260 milyar dolarî.”

Li gor amarên Serokatiya Stratejî û Aboriyê ya ser bi Serokkomariya Tirkiyê ku roja 2ê Çile 2023ê belav kiriye, di sala 2022an de hinardekirina Tirkiyê 254.2 milyar dolar bûye û hinarde jî 364.4 milyar dolar bûye.

Her wiha Çavuşoglu got, AKP sedema wê yekê bûye ku Tirkiye di vê sedsalê de pêşkeftinên mezin di hemû alîyan de bidest ve bîne û balkişand ser berhema welatê xwe ya çêkirina Dronan û ragihand, dronên Bayraktar ewqas bi bandorin niha beşeke Ukrayniyan navê kurê xwe dikin Beyraktar.

Li gorî rojjimêra hilbijartinê, roja 14ê Gulan a 2023ê hilbijartinên Serokkomariyê û Parlementeriyê li Tirkiyê tên kirin. 36 partiyên siyasî mafê xwe yê beşdarî vê hilbijartinê bibin hene.

Her di wê hilbijartinê de 64 milyon û 191 hezar û 285 kesî mafê xwe yê dengdanê heye. 60 milyon û 904 hezar û 499 dengder li navxweyî Tirkiyê û 3 milyon û 286 hezar û 786 dengder jî li derveyî welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst