Partiyên siyasî yên Tirkiyê di Cejna Remezanê de serdana hev kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqere ya paytexta Tirkiyê roja duyem a cejnê roja hevdîtina partiyan e lê di cejna îsal de jî partiyên ku pîrozbahiya cejnê li hev nekirin hebûn, AKPê di vê cejnê de jî serdana HDPê nekir, HDPê serdana HUDAPARê nekir, MHP tevî ku di heman bereyê de cih digirin jî dîsa serdana HUDAPARê nekir, di peyaman de jî weke hemû cejnan behsa aştî û aramiyê hebû.

Di roja duyem ya cejnê de li Enqerê partiyên siyasî serdana hev du kirin, partiyên siyasî yên Tirkiyê weke şand serdana hev du dikin û di dema serdana de jî ji bilî pîrozbahiya cejnê gelek caran babetên di rojevê de jî têne axavtin.

Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Nedîm Yamali anî ziman, “Beriya helbijartinan em pêşwaziya cejnê dikin, ez hêvî dikim ku cejn bibe wesîleya helbijartineke aram.”

Endama Encûmena HDPê Sevtap Akdag Karahanli anî ziman, “Ez hêvî dikim ku ew cejne bibe mizginiya aştiyê, li vî welatî hemû netewe di nav aştî , aramî û wekheviyê de bijîn.”

Di cejna îsal de 6 partiyên Tifaqa Millet serdana hev du kirin, Partiya Çep a Kesk û HDPê serdana 6 partiyên Tifaqa Millet kir AKP, CHP û MHPê jî serdana hev kir.

Alîkarê Serokê Partiya Saadetê Cafer Guneş got, “Ez bang li hemû partiyan dikim û dibêjim, ev yekitiya ku bi wesileya cejnê çêdibe, bila piştî cejnê jî berdewam be, bila em di hilbijartinan de jî zimanekî paqij û bi rêz û îhtiram bikar bînin. Ji bo welatê me ya bi xêr ew e.”

Di vê cejnê de jî AKPê serdana HDPê, DEVA, Partiya Paşerojê û Seadetê nekir, şanda HUDAPARê û partiya Jinûve Refahê serdana DEVA û Partiya Paşerojê kirin lê HUDAPARê û HDPê serdana hev du nekirin.

Alîkarê Serokê HUDAPARê Huseyîn Imîr anî ziman, “Me jî îro serdana Deva kiriye, me pîrozbahiya cejnê kir û li bêjiya me jî helbijartin hene, me li ser vê mijarê jî xeber da, me behsa wê yekê ku pêwîst e her aliyek di dema bangeşeyan de bi azadî behsa plan û bernemeya xwe bike.”

Alikarê Serokê Partiya Yeniden Refah Selçuk Geyvelî got, “Beriya her tiştî pêwîste ku em birînên erdhejê bipêçin, ez hêvî dikim ku cejn jî bibe derfeket ku em zêdetir piştigiriya hev du bikin û alîkariya hev du bikin.”

Bernameya serdana partiyên siyasî ji bo hev du weke kevneşopiyekê salane di Cejna Remezanê û Qurbanê de roja duyem a cejnê de tê kirin.