Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 11 parêzgehan hişyariya baranê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku roja duyemîn a Cejna Remezanê li 11 parêzgehan baran dibare ku piraniya wan ên Bakurê Kurdistanê ne û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an li seranserê Tirkiyê û li parêzgehên Mereş, Meletî, Amed, Dîlok, Riha, Sêrt, Erzerom, Îdir û Qers ên Bakurê Kurdistanê baran dibare û egera lehiyê heye.

Bi taybetî bo parêzgehên li herêma erdhejê hişyariya egera lehiyê hatiye dayîn ku piraniya xelkê wê derê di çadiran de dimînin.

Li çend parêzgehên herêma erhejê yên Bakurê Kurdistanê nêzîka 3 rojan dibe baran dibare û 20ê Nîsanê li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ji ber ba û bahozê kesekî canê xwe ji dest dabû û 50 zerardîtiyên erdhejê jî birîndar bûbûn.