Li Stenbolê teqe li pêşiya ofîseke hilbijartinê ya AKPê hat kirin

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan AKP Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê kesekî li pêşiya ofîseke hilbijartinê ya AK Partiyê çend caran teqe kir. Berpirsên AK Partiyê vê bûyerê wek êrîşeke çekdarî dibînin û şermezar dikin. Parêzgariya Stenbolê jî ragihand ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.

Li gor zanyariyan demjimêr 22.15ê şeva borî 21ê Nîsana 2023an li taxa Kocasînan a navçeya Bahçelîevler kes an kesên nediyar çend caran bi çekê teqe kirine. Di bûyerê de ti zererek canî nebû.  Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin.

Parêzgariya Stenbolê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand yek ji dû kesên li ser motosîkletekê 5 caran teqe li pêş ofîsa hilbijartinê ya AK Partiyê kiriye û bo desteserkirina gumanbaran dest bi lêkolînan kirine. Parêzgariya Stenbolê herwiha dibêje 4 gule li qatên jor ên ofîsa hilbijartinê ya AK Partiyê ketine.

Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Stenbolê Nurî Kabaktepe li ser hesabê xwe yê medya civakî bûyer wek êrîşeke çekdarî ya dijî partiya xwe bi nav kiriye û şermazar dike. Kabaktepe dibêje, di bûyerê de ti zererên canî çê nebûne û ew dê di warê yasayî de bûyerê bişopînin.

Ev di demekê de ye çend rojên borî  bi çekê êrîşî avahiyên Partiya Gel a Komarî (CHP) û ÎYÎ Partiyê yên li Stenbolê jî hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst