Cezayê êrîşkarê Başak Cengîz bi şûrê samuraî kuştibû hat eşkerekirin

22-04-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Şûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha 4emîn Cezaya Giran a Stenbolê biryara girtina heta hetayê da tawanbar Can Goktuğ Boz ê ku li navçeya Ataşehira Stenbolê Başak Cengîz li kolanê bi şûrê samurayî kuşt.

Îro Înê 22ê Nîsana 2022an rûniştina doza Başak Cengîz a ku li Stenbolê dema li ser peyarê dimeşiya ji aliyê Can Goktuğ Boz ve bi şûrê samurayî hat qetilkirin hat dîtin.

Malbata Başak Cengîz û parêzerên aliyan jî beşdarî sêyemîn rûniştina Dadgeha 4emîn Cezaya Giran a Stenbolê bûn. Tawanbar Can Goktuğ Boz bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bû.

Komîteyê raporên ku heta niha hatine wergirtin, dermankirinên berê yên Can Goktuğ Boz, teşhîsa şîzofreniyê û nêrînên pisporan nirxand.

Di rapora ku di encama nirxandinan de hat amadekirin de; hat diyarkirin ku berpirsiyariya tam a sûcê yê Can Goktuğ Boz heye.

Cezaya girankirî ya heta hetayê hat dayîn

Parêzerên tawanbar diyar kirin baweriya wan bi raporê nayê, daxwaza raporeke nû ji nexweşxaneya zankoyekê kirin.

Dadgehê îtîraz red kir û biryar da ku raporeke nû ne hewce ye. Can Goktuğ Boz ê ku ji aliyê dadger ve heqê axavtinê wî hat dayîn, diyar kir ku tiştekî ku bêje tune ye.

Di rûniştinê de dozger nêrîna xwe ya li ser esasê rûniştina berê dubare kir. Biryar hat dayîn ku ji tawanbar re cezaya girankirî ya heta hetayê û heta 6 salan cezayê girtîgehê bê birîn.

Can Goktuğ Boz bi îdiaya "kuştina bi qestî, bi hestên hovane an jî îşkencekirin" bi cezaya girankirî ya heta hetayê hat cezakirin.

Çi qewimîbû?

Başak Cengîz a ku di 9ê Mijdara 2021an de li Taxa Barbaros a Ataşehîrê ya Stenbolê di kolanekê de dimeşiya, ji aliyê Can Goktuğ Boz rastî êrîşa bi şûr hat.

Cengîz a ku ji gelek cihên laşê xwe bi giranî birîndar bibû, tevî mudaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst