DOZA KAVALA – Dozger cezaya heta hetayê xwest

22-04-2022
RÛDAW
Nîşan Osman Kavala Parka Gezî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 13emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê roja Înê 22ê Nîsana 2022an rûniştina biryarê ya doza karsaz û çalakvan Osman Kavala ku bi tometa bûyerên Parka Gezî û hewldana Kudetaya 15ê Tîrmehê girtî bû, tê dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di derheqê Osman Kavala de cezaya girtina heta hetayê (muebbet) xwest.

Osman Kavala ji girtîgehê bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBIS) beşdarî rûniştina biryarê bû. Di rûniştinê de tometbarên ne girtî Can Atalay û Mucella Yapıcı û parêzerên aliyan jî amade bûn.

Hat diyarkirin ku dozgerê ku di rûniştinê de nêrîna xwe pêşkêş kir, ji bo Osman Kavala cezaya muebetê xwest.

Di rûniştina ku ji aliyê hin parlementerên CHPê û konsolosan ve tê şopandin de, parastina tometbaran hat guhdarîkirin.

Daxuyanî ji Piştevaniya Taksîmê

Koma Piştevaniya Taksîmê berî rûniştinê li ber Dadgeha Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxûyaniya ku parlamenterên CHP û HDPê jî piştgirî dan de pankarta "Gezî hêvî ye, hêvî nayê darizandin" hat vekirin.

Serokê Odeya Mîmaran a Stenbolê Esîn Koymen li ser navê Piştevaniya Taksîmê daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, "Divê demildest ev dosyaya dijî hiqûqê bê rakirin, îdiayên li ser hevalên me yên ku bi tometên xeyalî tên darizandin bên rakirin. Bêyî delîlekê, Osman Kavala yê ku wek girtiyê siyasî di girtîgehê de ye, divê were berdan.”

Osman Kavala di 17ê Cotmeha 2017an de hatibû desteserkirin. Di 1ê Mijdarê de bi îdiaya "hewldana hilweşandina hikûmetê yan jî astengkirina erka wê" û "bi tundûtûjiyê teşebusa hilweşandina sîstema destûra bingehîn" hat girtin û hat şandin Girtîgeha Sîlîvriyê ya li Stenbolê.

Hat destnîşankirin ku di îdianameya li ser Kavala de cezaya muebetê tê xwestin

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin de, ji bo Osman Kavala di doza Kudetaya 15ê Tîrmehê de heta 20 sal cezayê girtîgehê û ji ber bûyerên Parka Gezî jî cezayê muebbetê yê giran tê xwestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst