ROJEVA RAGIHANDINÊ – DAIŞ li nav Stenbolê perwerdeya leşkerî dike!

Rojeva Ragihandinê li Tirkiyê

 

TARAF

 

Hukmê Ergenekonê betal bû..

 

Dadgeha 16mîn a Cezayî, doza li ser Ergenekonê ku 275 girtiyên wê hebûn, ji aliyê bingehê ve betal kir. Doza ku 9 sal berê destpêkiribû bi hinceta bidestxistina 27 bombên destan li Stenbolê li nav xaniyekî zoravayan (tecawuz), ji aliyê Yargitayê ve hate betalkirin. Sedemê betalkirina dozê ji alî usûlî ve ji ber ku"delîl ne li gorî hiqûqê hatine berhevkirin" û ji alî esasî ve jî ji ber ku delîlekî berbiçav bi dest neket derbarê hebûna rêxistina terorî ya Ergenekon ve, ev doz betal bû. Di vê biryarê de, beyanatên şahidhalên nihênî û guhdarîkirina bê usûl ya li telefonan weke delîl hatin qebûlkirin.

 

- Cezayekî nû tê ji bo wan kesan ku ciyawazîyê bixin navbera tiştan. Yên ku van sûcan pêk bîne; yên ku ciyawazî têxin navbera regez, nijad, bîr û bawerî, reng, ziman, bawermendiyên olî, baweriya felsefî û rîûrîşalên etnîkî, dê bi 15 lîreyî bên cezakirin.

 

MEYDAN

 

Bila îca dozgerê wî bifikire...

 

Recep Tayyip Erdogan dema doza li ser Ergenekon dest pê kiribû bi xwe digot "ez im dozgerê vê dozê". Li Tirkiye hiqûq vi alî wî alî ji hev belav bûye. Piştî Balyozê, doza li ser Ergenekonê jî ji ber kêmdelîliyê û bê usûliyê betal bû.

 

Nivîskarê gelek kitêbên li ser Ergenekonê Şamîl Tayyar: 2 kitêbên min hene û ez li pişt her rêzikekek wan im. Eger doza Ergenekon dest pê nekira, di 2008an de dê AKPartî bihata girtin û di serî de Erdogan dê hemû kadirên partiyê bixistana hepsê.

 

YENİ ŞAFAK

 

Rêxistineke bi vî awayî tune...

 

Yargitay biryara xwe ya li ser Egenekonê da û got rêxistineke wiha tune. Ev doza ku 9 sal ji Tirkiye birin û di nav destê hêza paralel de veguhêzî bi ser proje û navgînekê de ku rejîma Tirkiye bi dest bixin, dawiyê ji alî usûl û esasî hate bettalkirin. Bi dirêjahiya vê dozê, bi tevahî li 402 kesan bi bê usûlî hate guhdarîkirin ku di nav wan de rojnameger, karsaz, leşker, dadger û burokrat hebûn û hemû ji alî 138 polîsên di xizmeta hêza paralel de kar dikirin, niha îddîanameya derbarê wan de jî gihîşt ber destê dadgehê. Di îdîanameyê de ev hemû polîs tên tometbarkirin bi destxistina agahiyên şexsî û taybet yên kesan û bi şêweyê sîxurî û gefxwarinê ku ev yek çawa bi kar anıne ji bo bighîjin armanca xwe.

 

Yalçin Akdogan, ev hêza paralel a xiyanetê hemû sîstema dadweriyê bi jehriyê xistiye û mirdar kiriye.

 

- Li Qamişlo şirîkatî bi dawî bû, PYD û rejîma Esed bi hev ketin. 7 ji PYDê 13 ji rejimê hatin kuştin. Tê ragihandin ku zexta Amerîka jî li ser PYDê heye ku ref û rexê xwe diyar bike êdî li şûna ku hevkariyê bi Rûsya re bike.

 

- Obama şîret li Siûdiyê kirin ku li herêmê ew û Teheran nema têkevin qirika hev, li şûna wê herêmê li hev parve bikin.

 

STAR

 

Serbilindahiya bi Osman Gazî...

 

4emîn pira hilawestî ya herî mezin a dinyayê bi navê Osman Gazî li navbera Îzmît û Yalova temam bû. Ji ser vê pirê dê dûrahiya navbera Îzmîr û Stembolê dakeve 3 saetan.

 

BÎRGUN

 

Li nav Stenbolê tedrîb û talîma çekdarî...

 

Li gor raporên asayîşê yên bi destketî, endamên DAIŞê li nav daristanên derdora Stenbolê perwede û talîma bikaranîna çekan pêk tînin. Di rapora bi mora "nihênî" de herwiha tê ragihandin ku endamên DAIŞê çawa xwe bi rêxistin dikin li nav tevahiya Tirkiye. Di raporê de planên rêxistinê yên piştî teqîna li Gara Enqerê jî cî digre ku çi planên êrîşê li ber destê wan e li nav Tirkiye. Qonsolxaneyên biyanî û tevger û rêxistinên li dijî DAIŞ hedefên sereke yên rêxistinê ne.

 

EVRENSEL

 

Aştî û azadî tê darizandin...

 

Rojnamevan û akademisyen îro li dadgeha Çaglayanê tên darizandin. Li gor wan aştî û azadî ye ya ku tê darizandin. Loma jî hemû aştîxwaz û azadîxwaz vexwendî ne ji bo vê dozê.

 

GUNDEM

 

868 kesên sivîl qetil kirin...

 

HDPê raporekê bi ser hev xist li ser encamên şerê ku AK Partî û Serayê ji 24ê Tîrmeha 2015 an ve li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin. Di vî şerrî de, 102 jê zarok, 99 jin, bi tevahî 868 kesên sivîl hatin kuştin. Li 23 navçeyên 7 bajaran 63 caran qedexetî pêk hat.