Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rexne li Ozgur Ozel girtin û got, “Birêz Ozel hûn ji çi ditirsin? Ev telaş, ev rewşa tirs û ev êrişkarbûnê ji bo çi ye?”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameya fitarê ya Rêxistina AK Partiyê ya Stenbolê de axivî.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin û li Stenbolê qedexe hatibû ragihandin.
Piştî vê yekê li Stenbolê gelek xwenîşandan hatibûn kirin.
Erdogan, li ser van xwenîşandanên ji bo Ekrem Îmamoglu bi tundî êrişî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel kir û got, "4 roj in hemû tiştên ku hene ji bo têkbirina aramiya gel û cudakirina mirovan dikin.”
“Birêz Ozel hûn ji çi ditirsin?”
Recep Tayyîp Erdogan berê tîrê rexneyên xwe da Ozel û anî zimên:
"Derketina kolanan û tehdîdkirina îradeya neteweyî ya li gel rêxistinên çepgir, marjînal û wêranker êdî li paş maye.
Rojên ku bi terora kolanan îstîqameta siyaset û edaletê dihat diyarkirin êdî li paş mane mane."
Birêz Ozel hûn ji çi ditirsin? Hûn xwe ji ber çi didin alî? Ev telaş, ev rewşa tirs û ev êrişkarbûnê ji bo çi ye?
Heta doh we digot ti şaibe tune. Çi bû ku ji nişka ve agir bi we ket? Çi bû ku çokên we dest bi lerzînê kir?
Niha hûn dê kê tasfiye bikin û xencerê li kê bixin? Bi rêyên aloz hûn dê lingê kê bişemitînin?
Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, welatekî serbixwe ye ku serweriya hiqûqê lê serdest e.
Eger cesareta we heye bihêlin bila demokrasî û hiqûq kar bikin.
Eger hêza dilê we têrî dike bila dadgeh bêyî ku di bin ti zextan de bimînin, li ser navê gelê Tirk biryara xwe bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse