CHP dê kongreyeke awarte saz bike: ‘Hewla danîna qeyûm tê dayîn’

Duh li 11:25
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Kongreya Awarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) ji nişka ve biryar da ku kongreyeke giştî ya awarte saz bike

Armanca vê gavê jî rêgirtina li ber danîna qeyûmê ya li ser CHPyê ye.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser biryarê got:

“Me biryara kongreya giştê wergirtiye û em ji hemû Tirkiyeyê re radigihînin ku me bi vê yekê jî rê li ber hewlên danîna qeyûmê ya li ser partiyê girtiye.”

Di çarçoveya biryarê de CHP 6ê Nîsanê dê li Enqereyê kongreya xwe ya awarte saz bike.

Ev di demekê de ye ku 23yê Adarê jî CHP ji bo diyarkirina namzedê xwe yê Serokkomariyê ku take namzed Ekrem Îmamoglu ye hilbijartineke navxwe saz dike.

Ozgur Ozel dibêje eger wan biryara kongreyê nedaba dê ew hilbijartin jî hatiba astengkirin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel her wiha anî ziman:

“Ez wekî Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî partiyê dibim kongreya giştî.

Bi vê yekê em dibêjin eqlê xirab ê ku hewl dide hilbijartina me ya 23yê Adarê ya Serokkomariyê asteng bike.

Li karê xwe binêre û em li ser rêya xwe berdewam in.”

Piraniya berpirsên CHPyê jî piştgiriya Ozgur Ozel dikin û dibêjin ew nabin mixalefeteke li gorî dilê desthilatê.

“Hewla danîna qeyûm tê dayîn”

Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir jî da zanîn:

“Hewl tê dayîn li ser partiya yekem a Tirkiyeyê qeyûm were danîn.

Tayyîp Erdogan tu li mixalefeteke wekî Devlet Bahçelî ku bi hêsanî were bikaranîn digerî.

Partiya Gel a Komarî ne mixalefeteke ku te dîzayn kiriye.”

Kongreya asayî ya CHPyê meha Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû sazkirin.

Di gera duyem de Ozgur Ozel bi 812 dengên delegeyên CHPyê li beramberî 536 dengên Kemal Kiliçdaroglu bi ser ket û bû serokê partiyê.

Lê ji wê demê ve tê îdiakirin ku di kongreyê de karên neyasayî hatine kirin.

Ozel di kongreya nû de jî namzed e û dixwaze bi vê gava xwe dawî li wan îdiayan bîne û careke din  rewabûna xwe dupat bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst