Bi çekan êrişî Konsulxaneya Îraqê ya Stenbolê hat kirin: Wezaretê daxuyanî da

22-03-2025
RÛDAW
Nîşan Konsulxaneya Îraqê ya Stenbolê Êriş Wezareta Karên Derve ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand ku 2 kesan li Stenbolê bi çekên lûledirêj gule li konsulxaneya wan reşandine.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê li ser êrişa li Konsulxaneya Îraqê ya Stenbolê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Îşev 2 kesên nenas bi motorsîklet û bi Keleşnîkofan gule li avahiya konsulxaneya welatê me ya li Stenbolê reşandin û reviyan.

Êrişkaran 8 gule li avahiyê xistin.”

Wezaretê her wiha anî ziman:

“Piştî bûyerê rasterast, konsul û karmendên konsulxaneya me xwe gihand cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî hemû rêyên çûn û hatinê yên konsulxaneyê girtin, lêkolîn û berhevkirina belgeyan û tedbîrên ewlehiyê bi amadebûna karmendên konsulxaneya me pêk anîn.”

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di beşeke din a daxuyaniyê de da zanîn:

“Wezareta me bi aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye ji bo agahdarbûn û wergirtina zanyariyên nû yên li ser êrişê.

Em spasiya bersiva bilez a hêzên ewlehiyê û wergirtina tedbîrên ewlehiyê yên tund ji bo parastina can û ewlehiya karmendên xwe dikin.”

Wezaretê tekez kir ku li gorî qanûnên navneteweyî erkê Hikûmeta Tirkiyeyê ye ku nûnerên dîplomatîk biparêze û tedbîrên ewlehiyê yên tund wergire.

Asayîşa Stenbolê jî diyar kir, di encama êrişê de ti ziyanên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst