Mûsa Ehmed li ser kuştina 4 Kurdan li Cindirêsê: Çavuşoglu soz da ku bi awayekî adilane ew kes bêne darizandin

22-03-2023
RÛDAW
Mûsa Ehmed li ser kuştina 4 Kurdan li Cindirêsê: Çavuşoglu soz da ku bi awayekî adilane ew kes bêne darizandin
Mûsa Ehmed li ser kuştina 4 Kurdan li Cindirêsê: Çavuşoglu soz da ku bi awayekî adilane ew kes bêne darizandin
Nîşan Efrîn Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed piştî civîna xwe bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re ragihand, “Min peyama cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gîhand ku em hemû xemgîn in li Kurdistanê ji ber wê bûyera ku çêbûye li wê derê û wî soz da ku bi rêkarên yasayî û bi awayekî adilane ew kes bêne darizandin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê 22ê Adara 2023an li ofîsa xwe ya li Enqerê pêşwaziya Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed kir û spasî ji bo çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di gîhandina alîkariyan de ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed li ser civîna xwe ya bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bi Nûçegîhanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed civîna xwe ya bi Çavuşoglu re wek “girîng” binav kir û got, “Em dixwazin tevî ew karên ku em rojane dikin li Mereşê, li Adiyamanê, li Urfayê, li Diyarbekirê û li Efrînê jî em wek Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî destûra karkirina xwe werbigirin ku li vir bimînin û bi awayekî berdewam kar bikin. Me rêkarên yasayî dane destpêkirin û ev ne cara yekem e ku me spasî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wergirt, di 18ê meha borî de me peywendiyeke telefonî danîbû. Her wiha bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re peywendiyeke telefonî danîbû. Her wiha spasiya cenabê Serok Barzanî û cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî kir ku di demjimêra yekem de aliyên peywendîdar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xwestiye ku biçin alîkariya wan bikin.

Mûsa Ehmed anî ziman, “Her wiha me jî spasiya wan kir ku di belavkirina alîkariyan de hêsankarî ji me re kirin. Me spasiyeke taybet ji bo Efrînê li wî kir ku me berê jî hewl dabû bigihêne Efrînê û xizmeta wan bikin lê derfet çênebû, me nikaribû lê ew bûne alîkar ku em bigihêjin wê derê, a niha jî ofîsa me li wê derê heye û rojane alîkariyên xwe pêşkeş dike.”

Mûsa Ehmed destnîşan kir wî bi Çavuşoglu re behsa bûyera kuştina Kurdan li Cindirêsê jî kiriye û anî ziman, “Mijareke din jî hebû ew jî hewldanên Kek Mesrûr Barzanî bûn ji ber ew rûdanên berî çend rojan li Cindirêsê çêbûn. Min peyama cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gîhand ku em hemû xemgîn in ji Kurdistanê ji ber wê bûyera ku çêbûye li wê derê û soz da ku bi rêkarên yasayî û bi awayekî adilane ew kes bêne darizandin. ”

Mûsa Ehmed destnîşan kir ku wan îro di serdana xwe ya Enqerê de bi Heyva Sor a Tirkiyê, IHH hevdîtinek kiriye û sibe jî dê bi AFADê re bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst