Hevserokê HDPê: Em dê bi navê “Partiya Çep a Kesk” beşdarî hilbijartinan bibin

22-03-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çep a Kesk Mîthat Sancar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Mithat Sancar ragihand ku ew dê bi navê “Partiya Çep a Kesk” bikevin hilbijartinên 14ê Gulanê.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar roja Çarşemê 22ê Adara 2023an di bernameyeke medya Tirkiyê de mijarên di rojevê de nirxandin.

Mithat Sancar li ser doza girtina partiya wan HDPê amaje bi wê yekê daye ku %1 jî egera girtina HDPê hebe ew hilbijartinan naxin metirsiyê û ji ber wê yekê jî dê li ser navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan.

Sancar destnişan kiriye ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê jî ew dê wek hevpeymanî û li 81 parêzgehan bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan. Sancar dibêje armanca wan di hilbijartinên 14ê Gulanê de zêdeyî 100 parlamenteriyê bidest bixin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hefteya borî, bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirof a HDPê, hefteya borî bi fermî serî li Dadgeha Destûrê da û daxwaz kir, ku rûniştina doza HDPê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê bê paşxistin. Dadgeha Destûrê, 22ê Adarê ragihand daxwaza HDPê ya paşxistina doza girtinê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulanê hatiye redkirin. Biryar bi tevahiya dengên endamên dadgehê hatiye wergirtin. Dadgeha Destûrê, pêştir bo rûniştina doza girtina HDPê roja 11ê Nîsanê diyar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst