Buldan: Em berbijêrê Serokomariyê dernaxînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldanê ragihand ku partiyên ku Hevpeymaniya Ked û Azadiyê pêk tînin, dê di hilbijartina 14ê Gulanê ya Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28mîn de berbijerê serokomariyê dernexe.

îro Çareşemê 22ê Adara 2023an Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wê dike li Enqerê li ser birbijêrê Serokomariyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê civiya û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.

Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan ve hat xwendin û tê de diyar kir, ji ber ku piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Kahramanmaraşê şert û merc guherîn, wan helwesta xwe ya destnîşankirina namzedê serokomariyê cardin nirxand.

Pervin Buldan amaje bi wê yekê kir ji bo têk birina Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur e, ew di hilbijartinên Serokomariyê de berbijêr dernaxînin û got: “Polîtîkayên civakî û aborî yên bîst salên dawî yên desthilatdariya AKPê li her qada jiyanê bûye sedema wêranbûneke mezin.”

Pervin Buldan diyar kir ku ji hilbijartinê ra ji 2 mehan kêmtir wext maye û wiha pê de çû: “Pêwîstiya sereke ya Tirkiyê demokrasiyeke xurt û rasteqîn e ku xwe dispêre serweriya gel. Em sîstemeke dixwazin ku azadî û mafên gerdûnî lê têne naskirin, destûra bingehîn hatiye ewlekirin, pîvanên hiqûqa demokratîk lê derbas dibin û mafên aborî û civakî lê hene. Heta ku demokrasiyeke xwecihî ya xurt nebe ku mekanîzmayên tevlibûna xwecihî lê dixebitin, nepêkane ku ev armanc bi ser bê xistin.”

Buldan anî ziman ku “di hilbijartinên Serokkomariyê de li dijî rêveberiya yek şexsî ew dê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin” û got ku ew dê ji bo li welat demokrasî, azadî û mafên bingehîn, edaleta civakî pêk were hesab ji vê desthilatdariya bipirsin.

Hevseroka HDPê got: “Ji ber vê yekê em bi raya giştî re parve dikin, em weke Hevpeyamaniya Ked û Azadiyê, di hilbijartina Serokkomariyê de berbijêr dernexînin. Armanca me ya lezgîn û sedema me ya têkoşînê ew e ku şert û mercên kar û jiyanê yên gel baş bikin, di rêveberiya cemaweriyê de edaletê misoger bikin, wekheviya zayendî di nava civakê de pêk bînin, jiyaneke azad bidin ciwanan, hurmet ji xwezayê re bê nîşandan, polîtîkayeke aştîxwaz a derve bê meşandin, dadgerî serbixwe be, nanasme hemû azad bin û ya herî girîng jî destûreke bingehîn a demorkatîk a ji van hemûyan bê avakirin.”

Heta niha hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi fermî ranegihahandiye ku dê piştevaniya kê bike, lê hevserok û berpirsên HDPê ku partiya herî mezin a wê hevpeymaniyê ye bi germî li berbijêriya Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dinêrin.