Dadgeha Destûrê daxwaza paşxistina doza HDPê red kir

22-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, daxwaza paşxistina doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) red kir.

Pêvajoya doza girtina HDPê li Dadgeha Destûrê berdewam e. Tê çaverêkirin, roja 11ê Nîsana 2023ê rûniştina dozê bê kirin û parêzer û berpirsên HDPê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê Dadgeha Destûrê rojekê diyar bike û derbarê girtinê de biryara dawî bide.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hefteya borî, bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirof a HDPê, hefteya borî bi fermî serî li Dadgeha Destûrê da û daxwaz kir, ku rûniştina doza HDPê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê bê paşxistin.

Dadgeha Destûrê, îro 22ê Adarê ragihand daxwaza HDPê ya paşxistina doza girtinê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulanê hatiye redkirin. Biryar bi tevahiya dengên endamên dadgehê hatiye wergirtin.

Dadgeha Destûrê, di meha Çileya 2023ê de jî bi rojeva paşxistina doza HDPê civiyabû û ev daxwaz hatibû redkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst