Li Stenbolê bi hinceta Cemaeta Gulen 21 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, îro bi hinceta “Cemaeta Gulen” 21 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, bo desteserkirina 25 kesên bi hinceta “Cemaeta Gulen” derbarê wan de biryara girtinê heye, ku pêştir karmendên hikumî bûne xebat da destpêkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, îro 22ê Adarê bo desteserkirina 25 kesan dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de bi ser hejmarek mal de hat girtin û 21 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê hatin birin. Bo desteserkirina 4 kesan jî xebat berdewam in.