Rapirsiya meha Adarê: AK Partî %34.5, CHP %26.1
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Asalê, Hevpeymaniya Cumhur a AKP û MHPê ji sedî 43.1 û Hevpeymaniya Millet a CHP û ÎYÎ Partî ji sedî 38.4ê dengan distînin.
Kompanya Lêkolînan a Asalê encamên rapirsiya xwe ya dawî eşkere kirin. Rapirsî di navbera 15-18 Adarê de ligel 1580 kesan hatiye kirin.
Li gor rapirsiyê dema dengên bê biryar tên belav kirin, li Tirkiyê rêjeya dengên partiyên siyasî wiha ye:
AKP: %34.5
CHP: %26.1
ÎYÎ Partî: %12.3
HDP: %10.4
MHP: %8.6
DEVA: %2.0
Partiya Pêşerojê: %1.3
Partiya Seadetê: %1.2
Partiya Memleket: %0.9
Partiya Jinûve Refah: %0.7
Partiya Guhertina Tirkiyê: %0.7
BBP: %0.6
Partiya Demokrat: %0.2
Partiya Vatan: %0.1
Yên Din: %0.4