Dengên Kurdan dê çarenivîsa Stenbolê diyar bikin
Stenbol (Rûdaw) - Di hilbijartinên 31ê Adarê de him opozisyon û him jî desthilat giraniya xwe didin Stenbolê. Ji ber ku bidestxistina vî bajarî tê wateya bidestxistina tevahiya welêt. Li vir jî mifteya encamê di destê dengdêrên Kurd de ye ku rêjeya wan zêdetir e ji 2 milyon û 500 hezar kesan.
Çavê herdû bereyan li dengê Kurdan e. Lê di bernameya wan herduyan de jî yek peyv behsa mafên Kurdan nayê kirin. Kurdên ku li vi bajarî dijîn jî her behsa yekîtî û biratiyê dikin da kî bi ser bikeve wan cîbicî bike.
Ak Partî ji bo Stenbolê dibêje, Stenbol ji bo me çîrokek evînî ye. CHP dibêje eger em hebin çareserî heye. Herdû alî jî xwe şîrîntir dikin da dengê kurdên vî bajarî jî werbigirin. Ji ber ku zêdeyî 2 milyon dengên Kurdan, dikarin encamê diyar bikin. Lê kurdên niştecihên vî bajarî jî gelek pîvanên cor bi cor hene da dengên xwe bidin wan. Xuya ye daxwaza wan û bernameyên partiyan li hev nakin. Lê dîsa jî ew dê biçin ser sindoqan.
Dengdêrê Kurd Bedrî Kaygusuz dibêje: “Daxwaza me ji şaredarê Stenbolê ev e; Em jî divê wekî tirkan bin divê cûdakariyê neke. Em Kurd in, yanê divê cudakariya me û Tirk û eceman tune be. Em hemû wekhev bin.”
Ahmet Acar jî dibêje: “Divê her tiştî bike. Divê çi Tirk be çi Kurd be cudakariyê neke. Divê demokrasî hebe. Însanetiyê bike û divê ebed cudakariyê neke.”
Mehmet Oruç diyar dike: “Dema em çûn ser maseyê aqlê me kîjan birî emê bidine wî.”
Heta niha dengên Kurdên Stenbolê ji sedî 95 diçûn bo du partiyan. Ak Partî û HDP. Li niha namzetê HDP nîn e. Piraniya dengdêrên kurd jî di rikeberiya desthilat û opozisyonê de giraniya xwe didin opozisyonê. Tevî ku li beramberî ew rêjeya dengan tu destkeftiyek wan dê nebe jî.
Hevserokê HDPê Cengîz Çîçek dibêje: “Hilbiartinên 31ê Adarê tenê hilbijartin nîn in. Ji ber ku di heman demê de wê rejîm jî careke din bête nirxandin. Di heman demê de rejîma takekesî û rejîmeke demokrat de rikeberiyek heye. Ji ber wê hilbijartineke dîrokî ye. Em jî tenê daxwaza bidestxistinê ew e ku em tifaqa AKP-MHPê rawestînin.”
Helbet rêveberiyên herêmî nikarin mafên kurdan ên hemwelatîbûnê bi cî bînin. Lê ji vekirina rewdayan ta xizmetên tenduristî, qurs û dibistanên taybet bi zimanê zikmakî û gelek xizmetên din ew dikarin bi cîbînin. Lê ji bo vê jî hêz û nûnertiyeke ku digel wan bazara wê yekê bikeve divê. Ew jî nîn e Kurd bêyî berjewendiyek netewî dê serokşaredarê vî bajarê dêwendam hilbijêrin.