Parlamenterên berê û yên nû yên AK Partiyê li ser Kurdî bi hev ketin

22-02-2024
RÛDAW
Nîşan Abdurrahman Kurt Ayşe Bohurler Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê mîkrofona parlamenterên ku bi Kurdî û Lazî axivîn hat girtin û ev jî bû sedema karvedanan.

Parlamentera AK Partiyê Ayşe Bohurlerê li ser karvedanan got, “Hûn li malê bi çi zimanî biaxivin, mafê me nîne ku em xwe tevlî bikin.

Lêbelê em dê derfet nedin karguzarên ku îdia dikin ku bêyî zimanê fermî dewlet dibe û armanca wan felçkirina dewletê ye.”

Li ser şîroveyên Bohurlerê, parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Abdurrahman Kurt bertek nîşan da.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê gelek caran rê li ber axaftina bi Kurdî tê girtin û axaftinên bi Kurdî di belgeyên parlamentoyê de wekî “X” (tiştekî ku nayê zanîn) derbas dibin.

Doh bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî parlamenterên DEM Partî û CHPyê xwest bi Kurdî û Lazî biaxivin.

Lêbelê li Parlamentoya Tirkiyeyê Kurdî û Lazî hatin qedexekirin.

“Armanca wan felçkirina dewletê ye”

Parlamenterê AK Partiyê yê Qeyseriyê Ayşe Bohurler têkildarî karvedanan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Bohurlerê anî ziman:

“Îro Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ye. Zimanek ku me hemûyan ji dayika xwe guhdar kiriye û hîn bûye heye.

Di dîrokê de Anatolya bi cihêrengiya xwe bûye mozaîkeke dewlemend. Em îro bi vê dewlemendiyê serbilind in.

Lêbelê yek ji beşên herî bingehîn ên neteweyekê ku li hev dicivîne û xaleke hevpar diafirîne jî ziman e.

Bêyî ku Fransî hebe Fransa, bêyî Îngilîzî jî Brîtanya nayê fikirîn.

Divê di jiyana xwe ya kar, perwerde, rêveberiya giştî û jiyana civakî de jî em zimanê Tirkî hembêz bikin.

Hûn li malê bi çi zimanî biaxivin, mafê me nîne ku em xwe tevlî bikin.

Lêbelê em dê derfetê nedin karguzarên ku îdia dikin bêyî zimanê fermî dewlet dibe û armanca wan felçkirina dewletê ye.

Roja Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî pîroz be.”

Kurt: Pêkenok bû

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Abdurrahman Kurt daxuyaniya Bohurlerê parve kir û bertek nîşan da.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Abdurrahman Kurt wiha bersiva Bohurlerê da:

“Pêknok bû :))

Em li mala xwe biaxivin lê li bazarê, sûkê û nexweşxaneyê neaxivin. Ango ji bo em bibin yek divê em bi awayekî dildarî asîmîle bibin???

Rum 23

Hucurat 13

Em careke din bixwînin dibe ku min şaş fam kiribe. Wê demê em jî karguzariyê nakin:)”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst