Li Kilîs û Qeyseriyê du kes hatin girtin: Hincet YPG ye

22-02-2024
Nîşan Kilîs Qeyserî YPG Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Kilîs û Qeyseriyê du kes bi hinceta “endamtiya YPGyê” hatin girtin.

Li navçeya Eliyê Mentarê ya parêzgeha Kilîsê doh welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê S.D. bi hinceta “endamtiya YPGyê” ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Îfadeya S.D. li Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê hat wergirtin û hêzên ewlehiyê ew bir Dadgeha Kilîsê.

S.D. bi biryara dadgehê hat girtin.

Li navçeya Kocasînanê ya Qeyseriyê jî bi hinceta “endamtiya YPGyê” kesek hat desteserkirin.

Parêzgariya Kayseriyê îro ragihand:

“Hêzên cendirmeyan li navçeya Kocasînanê bi tohmeta ku ‘endamên YPGyê’ ne, ji bo desteserkirina 3 kesan bi ser navnîşanekê de girt.

Di operasyonê de kesek hat desteserkirin û ji bo dîtine 2 kesên din ku ne li wê navnîşanê bûn xebatên lêgerînê berdewam dikin.”

Li hêla din, li Qeyseriyê bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKKyê” kiriye derbarê kesekî de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst