Pasaporta Tirkiyeyê roj bi roj qelstir dibe

22-02-2024
RÛDAW
Nîşan Pasaport Tirkiye Henley
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatên ku xelkê Tirkiyeyê nikarin bi pasaportên xwe biçine wan, di 10 salên dawiyê de ji 38 welatan derketiye 52 welatan.

Bi vî awayî pasaporta Tirkiyeyê li îhanê bûye pasaporta duyemîn ku herî zêde qele bûye.

Îndeksa Pasaportan Henleyê ku nirx û hêza pasaportên cîhanê dipîve û navenda wê li Londonê ye, rêza pasaportên herî biqîmet ên cîhanê eşkere kir.

Pênc welatên ku pasaportên wan gelekî baş in û dikarin bêyî vîze biçin 194 welatan; Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Japonya û Singapur in.

Di rêzbendiya welatên ku pasaportên wan herî zêde bê qîmet bûne Venezuella û Tirkiye serkêş in û piştî wan jî Nijerya û Yemen tên.

Di nava 199 welatan de pasaporta Tirkiyeyê di rêza 54an de ye.

Di rêza duyem a welatên ku pasaportên wan bi hêz in; Finlenda, Holenda, Koreya Başûr û Swîsre hene.

Rêza sêyem a pasaportên bihêz jî ji pasaportên Awisturya, Îrlanda, Luksemburg û Brîtanyayê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst