Li herêma erdhejê 100 leşker mirine

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku di encama erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de bi giştî 100 leşkerên artêşa wan mirine û 2 leşker jî wenda ne.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar roja Çarşemê 22ê Sibata 2023an serdana navçeya Serinyol a parêzgeha Hatayê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Hulusi Akar diyar kir ku piştî erdhejê wek artêş hewl dane alîkariya welatiyan bikin û heta niha jî li ser alîkariyê berdewam in.

Akar got, “Li gor zanyariyên min wergirtine bi giştî 100 hevalên me di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 66 kes jî birîndar bûne. Herwiha 2 serbazên me jî wenda ne û lêgerîna wan berdewam e.”

Piştî erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 ên 6ê Sibata 2023an ku navenda wan li parêzgeha Mereşê bû û li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha bûne sedema canjidestdana zêdeyî 42 hezar û 310 kesan, rojane erdhejên nû çêdibin.

Ev di demekê de ye şeva 20ê Sibata 2023an jî dû erdhejên bihêza 6.4 û 5.8 pileya rîxterê li Hatayê çêbibûn ku navenda erdheja yekem li navçeya Defne û navenda ya duyem jî li her li navçeya Samandag a wî bajarî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst