HDPê debarê Gulistan Doku de pêşniyarnameyekê pêşkêşî parlamentoyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna fraksyona partiya xwe de ji bo dîtina Gulistan Doku bang li partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyê kir û got “Hevalên me dê sibe pêşniyarnameyekê derbarê wendabûna Gulîstan Doku de pêşkêşî parlamentoyê bikin. Ez dixwazim ji vir bang li hemû partiiyên siyasî bikim;  piştgiriya vê pêşniyarnameyê bikin, daku Gulistan Doku bê dîtin.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro Sêşembê 22ê Sibata 2022ê di civîna firkasiyona partiya xwe de, derbarê rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyê û pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de axivî.

Pervîn Buldan behsa keça Kurd a ji Amedê Gulistan Doku jî kir ku zêdeyî 2 sal in wenda ye û malbata wê îro ji bo çarenivîsa keça xwe serdana Parlamentoya Tirkiyê kiribûn. Hevseroka HDPê amaje bi wê yekê da ku ew dê sibe 23ê Sibata 2022ê bo dîtina Gulistan Doku pêşniyarnameyekê pêşkêşî Parlametoya Tirkiyê bikin û bang li partiyên siyasî kir ku piştgiriya wê pêşniyarê bikin.

Buldan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyê de jî û got “ Polîtikayên AKP û MHPê hêviyên gel dikin armanc. Em hemû dizanin bi polîtikayên rûbirûhiştina mirinê yên li girtîgehan, hewl didin hêviyên mirovan ji nav bibin. Nûçeyên mirinê yên nexweşên girtî bi berdewamî tên. Derketina bi saxî ya ji girtîgehê di nav gefên giran de ye.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di berdewamiya axavtina xwe de wiha dibêje "Malbata Gulistan doku ku ev 780 roj in wenda ye îro ligel me li parlamentoyê ye. Malbata me bo dîtina Gulistan Doku ku hewl tê dayîn ev bûyer neyê zelal kirin, ji bo bang li parlamentoyê bikin daku erkê xwe cîbicîh bike, li vir e. Dixwazin nalîna wan bê bihîstin û ev nalîna wan helbet qêrîna me ya hevbeş e. Ez ji vir careke din dipirsim ev 780 roj in Gulistan Doku li ku derê ye? Ez ji vir careke din bang li parlamentoyê dikim ku erkê xwe bike.

Li beramber qêrîna vê malbatê bêdeng nemînin. Nebin şirîkê zelalnekirina vê bûyerê. Hevalên me dê sibe pêşniyarnameyekê derbarê wendabûna Gulistan Doku de pêşkêşî parlamentoyê bikin. Ez dixwazim ji vir bang li hemû partiyên siyasî bikim; piştgiriya vê pêşniyarnameyê bikin, daku desteya lêkolînê bê avakirin û Gulistan Doku tekez bê dîtin bê dîtin.”

“Êrîşên dijî avahiyên partiya me kampanya hilbijartinê ya desthilatê ye”

Li aliyê din Pervîn Buldan li Parlamentoya Tirkiyê di civîna firaksiyona partiya xwe de operasyonên vê dawiyê yên hêzên ewlekariya Tirkiyê yên dijî endam û alîgirên HDPê bibîr xistin û got “Ew êrîş û operasyonên bo ser avahiyên partiya me û dozên kumpasê û girtinên ne yasayî kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatê ye."

Buldan di derbarê mijarê de wiha got "Wek hun dizanin hefteya borî li dijî avahiya navçeya Yuregîr a Edenê ya partiya me êrîşek hat kirin. Ev êrîş berdewamiya êrîşa dijî avahiya Îzmîrê ye ku hevala me Denîz Poyraz têde hatibû kuştin. Careke din wek êrîşa li Bahçelîevlerê ya bi kêr û çekan, beşek ji wan êrîşên plankirî û sîstematîk in ku bi taybet ji sala 2015ê ve ji aliyê hinek kesên diyar ve tên kirin.

Dîsa li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê û gelek cihan, di demjimêrên sibehê de bi ser malan de girtin û tûndûtûjî li beramber mirovên me kirin. Hevalên me bi wayekî neheq û ne yasayî girtin. Em armanca van êrîşan gelekî baş dizanin. Armanca wan tirsandin, zeftkirin û serî tewandina li hember polîtîkayên desthilatê ye. Ew êrîş û operasyonên bo ser avahiyên partiya me, dozên kumpasê û girtinên ne yasayî, xebateke hilbijartinê ya desthilatê û kampanyeyeke wê ya hilbijartinê ye."