HDP û AK Partiyê bo serokatiya parlementoya Tirkiyê berbijêr diyar kirin

22-02-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Serpîl Kemalbay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro HDP, AK Partî û IYI Partiyê berbijêrên xwe bo posta Serokê Parlementoya Tirkiyê destnîşan kirin.

 

Li gor agahiyan, îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermî parlementera xwe ya bajarê Îzmîrê, Serpîl Kemalbay bi fermî ji bo posta Serokê Parlementoya Tirkiyê berbijêr kir.

 

Herwiha Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Baş (IYI Partî) jî berbijêrên xwe bo posta Serokatiya Parlementoya Tirkiyê destnîşan kirin.

 

Li gor agahiyan, AK Partiyê bo posta Serokê Parlementoya Tirkiyê, parlementerê xwe yê bajarê Tekîrdagê û Cîgirê Serokê Parlementoyê, Mustafa Şentop weke berjiêrê xwe diyar kiriye.

 

IYI Partiyê jî bo heman postê, parlementerê xwe yê bajarê Dîlokê, Îmam Huseyin Filiz weke berbijêr destnîşan kir.

 

Pêştir Partiya Gel a Komarî (CHP) jî bo Serokatiya Parlementoyê, parlementerê xwe yê Stenbolê Engin Altay berbijêr kiribû.

 

Dema destnîşankirina berbijêrên partiyan bo posta Serokatiya Parlementoya Tirkiyê dê heta sibê berdewam be.

 

Biryar e roja yekûembiya bihê 24ê Sibatê, Serokê Parlementoya Tirkiyê bê hilbijartin.

 

Hilbijartina serokê nû bo parlementoya Tirkiyê piştî wê yekê tê, ku Binalî Yildirim ji ber berbijêrbûna bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê, ji serokatiya parlementoyê îstifa kir.

 

AK Partiyê, Binalî Yildirim weke berbijêrê xwe bo posta bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê diyar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst