Rapirsiya Rawestê: Dengdêrên Kurd dixwazin Başak Demîrtaş bibe berbijêra şaredariya Stenbolê?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Rawestê ji sedî 69.6 dengdêrên Kurd dixwazin ku DEM Partî li Stenbolê bi berbijêrê xwe bikeve.

Li gorî rapirsiyê dengdêrên Kurd dixwazin berbijêra hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî Başak Demîrtaş be.

Kompanyaya Lêkolînê ya Rawestê li parêzgeha Stenbolê di navbera 9 û 12ê Kanûna Paşînê de bi rêya telefonê bi 1002 dengdêrên Kurd re rapirsiyek kir û encamên wê jî eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji wan dengdêrên ku 14ê Gulanê dengên xwe dane DEM Partiyê (Partiya Çepên Kesk) pirsa “Hewce ye ku DEM Partî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê berbijêrê xwe diyar bike?” hatiye kirin û dengdêran jî gotiye:

Belê: ji sedî 69.6

Na: ji sedî 25.5

Nizanim: ji sedî 3.9

Herwiha li ser pirsa “Eger berbijêrê xwe diyar bike hûn dixwazin wek berbijêrê serokatiya şaredariya Stenbolê kê bibînin?” bersiva dengdêrên Kurd wiha bûye:

Başak Demîrtaş: ji sedî 34.3

Sirri Sureyya Onder: ji sedî 26.5

Osman Baydemîr: ji sedî 6.9

Yên din: ji sedî 9.4

Nizanim: ji sedî 23

Başak Demîrtaş her çiqasî fermî serlêdan nekiriye lê ji rojnamegerekî re gotibû:

“Partiya me DEM Partiyê heta niha ji bo berbijêriya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tiştek ji min re negotiye lê eger gel bixwaze û partiya me jî guncav bibîne ez dikarim bibim berbijêr.”