Li Stenbolê ala Swêdê şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku serokê partiya rastgira tund Stram Kurs a Danîmarkayê Rasmus Paludan li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Swêdê Quran şewitand, komek ku li ber Konsulxaneya Swêdê ya Stenbolê kom bûn ala Swêdê şewitandin û hewl dan bikevin konsulxaneyê.

Komên ku di nav wan de Yekîtiya Ocaxên Alperen a Stenbolê û Piştevaniya Cîhanî ya Tirk jî hebûn li ber Konsulxaneya Swêdê ya li Stenbolê kom bûn drûşmên wek “Bila bi ser Swêdê de bê girtin, Paludan bê daleqandin” û “Em leşkerên serok Muhsîn in” avêtin û ala Swêdê şewitandin.

Li aliyê din polîsan li ber konsulxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin. Komê diyar kir ku ew dê îro çalakiyeke mezin li dar bixin.

Li Swêdê Serokê partiya rastgira tund Stram Kurs a Danîmarkayê Rasmus Paludan tevî bertekan li ber Balyozxaneya Tirkiyê Quran şewitandin.

Paludan beriya niha ji polîsên Swêdê destûr girtibû ku li nêzî Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê xwepêşandanê bike.

Paludan berê jî di çalakiyê de niyeta xwe ya şewitandina Quranê eşkere kiribû.

Li ser vê yekê Balyozê Enqereyê yê Swêdê Staffan Herrstrom ji bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatibû vexwendin.

Berê ji ber venekirina lêpirsîna li ser çalakiya daliqandina peykerê Erdogan a li Swêdê û radestnekirina navên weke Bulent Keneş ê edîtorê berê yê Rojnameya Today's Zamanê bo Tirkiyê, ev yek bû sedema alozbûna têkiliyan.

Destûra Birêveberiya Polîsan a Stockholmê ya ji bo Paludan li nêzî Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê xwepêşandanekê li dar bixe, bû cihê nîqaşê û serdana Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê ya ji bo Tirkiyeyê hatibû betalkirin.